Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.
Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn binçavkirin. Rojnamevan û nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok û Mehmetşah Oruç û nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Gok, Canozer û Orûç de biryara girtinê da.