3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser pirtûka kêlileyên radengan çend gotin

Nûman Amed

Ji mamostayê binirx

Hewar Gabar re

Merheba mamosta, min pirtûka we ya dawî ya bi navê “Rênameya Zimanê Kurdî / Kilîleyên Radengan” xwend. Pirtûk ji serî heta binî tez û ji beşên divê were gotûbêjkirin pêk tê. Akademiya Kurd di vê mijarê de kêm e û heta dawî ji gotûbêjan re girtî ye. Ya hê xerîbtir di fêhmkirina qadek wekî zanista ziman a ji derveyî spekûlasyonên dihewîne û aliyê rêzimanî wêdetir, milê wê yê zanistî jî mijara gotûbêjê û di gotûbêjê re girtin de zehmetiyan dikişînim. Di akedemiya Kurdî de zanistvaniya ziman û di erebî de nahîv û tedvin a tê wateya berhevkartiyê hatiye tevlîhevkirin. Ev jî tê wê wateyê di me kurdan de mijara zanista ziman cihê gotûbêjêk berfireh e. Ev xebata we hazirkirî qada zanista ziman divejîne û belkî jî di me kurdan de ewileke.

Birêz Celadet Bedirxan ku em bi xebatên wî yên binirx nas dikin ne zimanzan e. Xebatên wî yên ziman û rêzimana kurdî gihandina nivîsandinê bêguman pir binirx in. Lê derfetên kirina zanista ziman a birêz Bedirxan tune bûn. Ev rewşeke tê fêhmkirin û wî bixwe jî pir caran aniye ziman. Zimanê kurdî pirsgirêka hemû mirovên zanistê yên xwe aydê çanda Aryen dibînine. Kurdî tenê ne zimaneke, çand û dîrok bixwe ye. Ji ekola Fransa ji fransî ber bi kurdî ve şemitîna ronahiyekî tê wateya ji ters ve xwendina zanistê.

Beyar û yar

Xelîl bîn êzdiyê ji koka zimanzanên Majî (Mecûsî) tê, belkî di dîrokê de zimanzanê herî mezin e. Di ziman de kombînasyon aydê wî ye û berhevkarên Ewropî jî pir jê bandor bûne. Di zimanê kurdî de teoriyên ji berkirî yên wekî kurdî ji filan qurm û malbatê ye dibe ku me bixapîne. Çareserkirina kilîleyên veşartî yên peyvên wekî “Ra-Yar-Aryan” ya mamostayê binirx, ne tenê bêjeyekî aqil û zêhniyeta di kûrahiya dîrokê de jî ronahî dike. Ev ziman tenê ne dareke, ji rayên zirav ên xwe berdayîn kûrahiya axek bibereket pêk tê. Wê demê divê em di lêkolîn û vekolîna wî de jî zirav û nazik tevbigerin. Şitlên têr xemil ên li ser rûyê parçeyek axa bibereket û wateya pîroz a zeraqên rengê van tirhan afirandîn û aqilê zanist û dîrokê ya Ra û Aryan muhteşem e. Peyva Aryan ji zimanê me re ne biyanî ye û misoger aydê wî ye. Pir mixabin misogertiyek din jî zihniyeta me dagirkirî ye û ew jî ev e; em ji vî awayê hizrandinê hatine dûrxistin. Wekî tê zanîn em ji axa ne çandî re dibêjin, “beyar”. Heke em ji wateya vê peyvê derkevin rê, ji erdê çandî û têr dayîn re jî “yar” hatiye gotin. Di çanda Yarsan û Kakeyiyan de ev paradîgma bûye sosyolojî û di wateya endamên civakekî de hatiye bikaranîn. Heta gavek din jî bi pêş ve birine û îbadet bi zêdahiya yaran hatiye pîvan. Tê wê wateyê çiqas dostên te hebin ewqas tu xwediyê îbadetê yî. Ev dostaniya rayên wê pesartî axa bibereket, di zemanê nêzîk de wekî sifreya Xelîl Îbrahîm hatiye binavkirin.

Xelîl bîn Êzdî xwediyê mûcîzeya erebî ye. Bedewîtî têxistiye demarên rayê erebî. Ev peyvên di pêvajoya vê tedvînê (berhevkartî) de hatin berhevkirin pir balkêş in. Wateya peyva tedvîn û di kurdî de tevn heman in. Nahv an jî newh hevok e. Di rastiyê de ev cêwiya peyva “nav-naw” a kurdî ye û entegrekirina wêya tedvîna erebî wekî rojê kifş e. Baş e peyva bedewî erebî ye? Ev peyva tê wateya koçerên bi deveh ne erebî, Hind-Kurdî ye. Dêw û deveh ne peyvên erebî ne û kurdî ne. Bêguman sebebê me Xelîl Bîn Êzdî anî vê ne ev e. Xelîl bîn Êzdî, bi lîteratûra bîblîkal hemû peyvên fonksiyonel ên zimanên derdor kirine erebî.

Ba û Babîl

Çawa ku îngilîzî bi heman rêbazê kirin zimanê hemû Ewropa, erebî jî ji sedema dînê îslamê ev pêkanîn wekî îşek bi xêr dît. Di quncika mejiyê me re jî derbas nabe ku peyva aruz peyva yewnaniya kevn arîtmetîk bi xwe be. Xelîl bîn Êzdî bi kombînasyona bedewî bi hezaran peyv kirine erebî û berovajî wê îdîakirin hema bibêje hatiye bê îmkankirin. Ji bo îspatkirina vê lazime bedewiyek wê demê ji tirbê were derxistin û zindîkirin. Xelîl bîn Êzdî, edeta nivîsa erebî ya beriya Fenîke vegerand avantajekê. Dûre nivîs Rojhîlata Navîn hildigire û di tu nivîsên Rojhilata Navîn de tîpên dengçêker nînin. Sebebê vê di cewherê nivîsê de veşartiye. Nivîs ne ji bo dubarekirina axaftinê yan jî ji bo watedayîna peyvan hatiye hilberandin. Tu nivîsên kevn ne tevayê wî zimanê daxistî nivîsê ye. Her ku tu paş ve diçî ev rastî tengtir dibe. Nivîs sembol û her sembol bêjeyeke. Pesartî vê nivîsa Sûmer nayê wateya zimanê Sûmer. Nivîsa ji sedemên dîn û aborî îhtiyac pê hatî dîtin remzî ye. Aha ev teybetî di kurdî de zindî ye û halê proto-kurdî zimanek ê din e. Di navbera dînên ne şênber ên em dizanin û dînê kevn yê me kurdan de ferqên mezin hene. Di me kurdan de xweza û watedarkirina xwezayê hevsengê dîn e. Jixwe ji bêjeyên mak ên kurdî derxistina vê rastiyê mumkun e. Weke mînak; peyvên xweza û xwedê, dîn û dîtin, ba û bawerî, mêj û mêj (îbadet) ji xwezayê hatine tûrehkirin. Celal Şengor dibêje; rayê hemû xwedayên Mezra Bohta “ba”ye. Dînê kevn ê me kurdan jeolojîk e. Tewrat vê piştrast dike û lîteratura bîblîkal dewsdarê vê ye. Di çîroka kuleya babîl û 72 zimanan de tişta xwedê ji mirovan re rêkirî ba ye. Yanî tişta zimanan belav dike û tevlîhev dike ba ye û navê Babîl bi vê bûyerê ve girê dide. Madem mijar hat Babîlê, pir mînakên tevlîbûyînê ji teza nazdar a Mamosta re bike hene.

Tav û temûz

Crux Ansata ( Xaça bixelek) yêk ji sembolên Temûzê li Misra kevn, zewaca Îştar û Temûz sembolîze dike. Şeklê wê li tîpa mezin T hatiye danîn û çemberek girover e. Tîpa T bi şeklên cuda serê navê Temûz pêk tîne û vî xwedayî sembolîze dike. Girêdayî vê T û çenberên wekî vê yên li Girê Miradan halê herî kevn ên heman rûtûelan e. Ji xelayê mirina Temûz di 21’ê Adarê de vejîna wî û zewaca wî ya bi Îştarê re di kesan de sîmgekirina bûyerên xwezayê îfade dike. Cewherê meselê pîrozkirina çandin û çandinvaniyê ye. Jixwe têkiliya peyva Temûz a bi “Tav”ê re vê vekirî datîne holê. Tavuz û Temûz heman peyv e. Bi vî keysî ez dixwazim vê jî bi dilek rihet bibêjim; navê meha tîrmehê di zimanê kurdî de Temûz bi xwe ye. Di kurdî û zimanên samî de vegera tîpa M û V’yê zêde ye. Girê Miradan asarek 12 hezar salan e. Ev xebat rastiya zimanê latînî û samî jî dike mijara gotûbêjê. Ev sembol tîpên niha yên latînî ne û têkiliya girovertî û tîpa “o” jî balkêş e. Bi aşkerayî derdikeve holê kû nivîs ji van sembolan hatiye meydanê. T’ya bûyî sembola gelek tevgerên femînîst û li ser T’yê bicihkirina tîpa “o” sembola zewaca Îştar û Temûz e. Girêdayî vê ne li peyvê li tîpê barkirina wateyê û wekî sembolîk bi vî awayî pêkhatina alfebayê wekî misoger dixuyê. Belkî jî kurdî zimanê li jiyanê yê dînê destpêkê be.

Dar das û dan

Ev pêkhatina peyva kurdî û morfolojiya wê rîzom (ra) e. Di zimanê kurdî de wateya herî bicûk a peyvê jî ji du rayên çêker û fonksiyonel pêk tê. Pêkhatina wê ya bi pergala Ra Binra, rabiyîna wê ya di zimanê Hind-Ewropa de jî misoger dike. Wekî mînak; peyvên “dar”, “das” û “dan” ger ku ji heman raya “da” pêk tên jî peyvên pir cuda ne. Bêyî ku ev peyv lêkera sazker bigirin hatine cudakirin û em di roja îro de wan wekî peyvên ji rayên cuda dizanin. Lê di rastiyê de her sê peyv jî ji rayek fer hatine tûrehkirin. Wê demê em ê tîpên “r”, “s,” û “n”ya tên dawiya peyvan çawa pênase bikin. Ji sedema di zimanê îngilîzî de teybetiyek wisa nîne peyva “tree” serbixwe ye û ji bo darê tê bikaranîn û kombînasyona ra nîne. Yanî tîpa “t” ne beramberê ra’yekî ye. Rewşa bûyîna kardêr a navekî yan jî wekî kardêrkirina navekî teybetiya têper wekî pêşketina çandî pêk hatiye. Ya dide dayikê û têkildarî dayînê bi qasî dikare bibe navên birêserên wekî van, kardêrbûyîna wan jî normal e. Di vê rewşê de mamosta Hewar bi cihek pir rast û çareserkirina wê jî pir zehmet re dest bi mijarê kiri ye. Tîpa R di kurdî de tevgerê, S di zaravayê zazakî de rayê kuç û N gişdartiyê îfade dike. Wekî tê zanîn di serdema kevir de nav li Dasê hatiye kirin û ev navlêkirin saroxdanekî jî dide me. Yên ev nav lê kirine şibandine kevir û ev tiştek pir mantiqdar e. Girêdayî vê pergala Ra Binra ji bû vekirina kilîleyên radengên zimanê me şêloveker e. Rastiya mamosta di bûyera tevandarên peyvan de dayî qezinckirin jî qederekî balkêş e. Di avana kurdî de derdê zayendî nîne û bi rastî jî zimanê dayikê ye. Bûyera zimanê dayikê ji şîroveyek çêkirok zêdetir, çêkirvana wê dayik bi xwe ye. Mamostayê di ders û pirtûkên xwe de lêkera aydî û bûyera tewandar vekolayî û gihandî rastiyê, ji sêrî ve û ji nû ve destgirtina gramera avana zimanê kurdî datîne ber me.

Kilîleyên Radengan

Dengdêrên wekî “Dengçêker” bi nav dike, ji Î û Ê’ya di tewandaran de xwediyê teybetmendiyek kilît zêdetir ji kombîna heşt tîpên dengdêr pêk tîne. Teybetiya tîpên dengdêr ne li gor zayendê li gor wateyê îşlevê qezenc dike. Girêdayî vê tewandarên pesartî zayendê wate girtin rewşek têkildarî pêvajoya mêrhêzdar e (babiksalarî). Diyardeya hê jî di zimanê kurdî de desthilatdar diyardeya dayikê ye.

Peyvên sê tîp, yêk kiteyî, hemû zimanzan wekî ra îfade dikin û parçekirina wan nayê ramandin, di avana zimanê me de atomê îfade dikin. Mantiqa di piçikên bin atoman de digerin û mantiqê wê ya bi avana zimanê kurdî re hevseng mirov bi heyecan dike. Heke vegotina wê cayîz be zimanê kurdî piçikên bin atoman ê malbata zimanê Hind-Ewropa ye. Bêşik ji ber ev lênêrîn û şîrove ji zimanê me re aniye ji derveyî daxwaza mînetdartiyê tiştek ya em ji mamosta Hewar Gabar re bibêjin nîne.

Ya jê re zanista ziman tê gotin tiştek bêkifş e. Di yewnaniya kevn de zanista ziman etîmolojî bû. Di eslê xwe de xwendina hemû hêmayên din ên wekî binhêmayê vê serhêmayê hê rastir e. Aha etîmolojiya kurdî di van piçikên bin atoman de veşartiye. Ev piçikên mamosta wekî “Kilîleyên Radengan” bi nav kirine alfebaya zimanê me jî pêk tîne. Aha peyvên yewnanan wekî “dayîna xwedê” binavkirin, bi rastî jî peyvên ji devê dayika Stî barîne.

Bîra Kurd

Heta etîmolojiya zimanekî neyê kirin, rêziman û ferhenga wî zimanî jî nayê çêkirin. Heta raza perdeya li ser peyvan neyê çareserkirin, danehevin kûrahiya wateya li radengê hatî barkirin em ê nikaribin ava heyatê ji Bîra Kurd a bi deh hezar salan û belkî jî pir zêdetir di kûrahiya dîrokê de vexwin. Divê em bi vê şerefdar bin. Bi rastî jî divê kurdî bibe zimanekê dunyayê û ji aliyê UNESCO’yê ve bigirin bin ewlehiyê. Ez ne wekî kurdekî, di çarçova exlaqê zanîstê de vê dibêjim. Heke dubare em behsa Celal Şengor bikin, kurdî maka hemû zimanan e. Wekî dozvanekê azadiya kurdan xebata mamoste Hewar bandoreke kûr li min kir. Ez nêrîn, rexne û methên der barê vê xebatê de pir mereq dikim.

Bi qasî min şopandî ji nêzîkatiyên zanistî zêdetir nerihetiyên polîtîk derdikevin pêş. Jixwe qey em tim wisa nabin? Heke asta kurd gihaştinê berbiçav were girtin, ev rewşeke eyb û şermdar e. Diviya dijûnên zimanek hevqas hatî qedexekirin jî pîroz hatibûna dîtin. Dîsa jî divê ji dîrokê ders werin derxistin û rewşên bi vî awayî me bê hîlet nekin. Di dema Xalid bin Êzdî de meclîsên aliman hebûn. Ya di zimanê erebî de wekî mûcîze tê pênasekirin encamên gotûbêj û danûstandinên di van meclîsan de dihat peydakirin bû.

Berxwedêriya kurdî

Ev xebat pir ezberan ji bin ve hildiweşîne û zanînek kûr a ziman dispêre me. Ez bawer nakim derdorên zimanê kurdî ji vê re hazir bin. Xebata zanîna kurdî di çarçoveya propagandaya siyasî de hefskirin û kêmasiyek mezin e. Derdorên derfetên wan ê mezin hene,  bi gotina kurdî baxivin, bi kurdî hez bikin re sînordar mayîn mîsogere ku em nikarin ji nav vê îşî bi serfirazî derkevin. Ev bixwe jî nezîkatiyek polîtîk e. Ema li gel hemû kêm û kurtiya dikarim bi dilek rihet vê bibêjim; lêkolînên mamosta Hewar Gabar hêviya min a xwe gihandina raza rastiya avana zimanê kurdî xurt û mezintir kir.

Li ser vê binyatê tenê eşqa mamosta ya zimanê kurdî û bi heqîqetê re hevgihandin zimanê kurdî dikare were teqdîrkirin. Heke zimanê me evqas sal jiyaye û li ber xwe daye, bêguman wê li dijî şaşitiyên lê têne kirin jî bi dijwarî li ber xwe bide. Belkî jî xebata mamosta tê wateya vê berxwedana muhteşem.