3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka mele û qazî

Mele li herêmekê melatî dike, gundî li hev kom dibin, dibêjin; em ê melayê xwe bizewicînin. Mele dide nade dibêje; heyran ez niha nazewicim, bila bimîne heya demek şûnde, mirov û xizmên min jî hene. Gundî dibêjin; nabe ku melayek were gundê me, em keçek xwe nedinê û nezewicînin. Mele dibîne ku nikare xwe ji vê xelas bike û çare jê re nîne. An dizewice yan jî wê ji gund derkeve. Rebeno neçar dimîne û bi dilek şikestî daxwaza gundiyan erê dike.

Seydayên derdora wan hemû li hev kom dibin dawet û şahiya mele digerînin û daweta wî dikin.  Mele bi dilek kul, xemgîn ji tirsa malbata hevjîna xwe newêre dengê xwe bike. Dem û sal derbas dibin, malbata mele jî dibînin ku derbas nabe, tiştekî zordarî û ne di cîh de ye. Mele dibîne ku derbas nabe, ev jin ne li hemdê xwe ye deng naçê, serwext nabe. Destê xanima xwe digire dixwaze here ba Qazî (Seyda) dersa hemû melayên derdora wî dabûye.

Mele û xanima xwe diçin derê qazî  destûr dixwazin ku qazî bibînin. Qazî dibîne ku mele û hevjîna xwe hatin mala wî. Gelek kêfxweş dibe, lewre mele û xanima xwe bi hev re ne.

Qazî û malbata xwe rêz û hirmetê nîşanî mele û hevjîna wî didin. Piştî hal û rewşa hev dipirsin, qazî ji mele re dibêje; Mele ka bibêje hûn ji me çi dixwazin û em çi xelatê bidin we.

Mele bi dilekî xemgîn dibêje; Seyda ka du kes bila werin vir wek şahid guhdariya min bikin. Qazî nizane ji bona çi ye, lê bang li du xortan dikin tên mala wî. Van xortan û malbata qazî guhdariya mele dikin.

Qazî dibêje; de ka îca derdê xwe bêje mele.  Mele dibêje;  Seyda ez hatime xanima xwe li ber şahidiya we berdim. Qazî matmayî dimîne û dipirse; Ka bibêje hûn çend sal in ku zewicîne û navê xanima te çi ye? Mele dibêje;  Ev 9 sal in em zewicîne lê ez navê xanima xwe nizanim.

Qazî  hêrs dibe  û dibêje;  tu çawa navê wê nizanî  tu çawa mele yî. Mele dibêje; Seyda min dizanî ku ez û vê canikê em ê rojekê ji hev biqetin û hev du berdin. Ji ber wê min navê wê qet nepirsî.

Li ser vê gotinê Qazî dibêje; Ez bi salan e ku qazî û seyda me min Şerîetek  û bûyerek wiha sosret nedî bû. Lewre ez ê nikaribin çareyekê ji te re bibînim.

Çîroka te gelekî aloz e û di ti pirtûk û serpêhatiyên ku hatine ber destê min an jî di ti pirtûkeke şerîetê de min çîrokek wiha nedîtiye. Lewre dermanê vî derdî li ba min tune ye.

Ya baş tu biçî şerîta xwe û hevjîna xwe li ba qazî û seydayekî din bibirî yan jî bi destê hevjîna xwe bigirî û biçe mala xwe û bi qismet û qedera xwe xwe razî bibî.