3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di têkoşînê de divê teorî û çalaki hev temam bikin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal der barê têkoşîna ji bo Lozanê diyar kir ku wan di civîna Lozanê de du qadên hebûnê pêk aniye û wiha got: “Me têkoşîna xwe ne bi teoriyê û ne jî bi çalakiyê sînordar kir. Em ne bi teoriyê ne jî tenê bi çalakiyan dikarin bi ser bikevin. Divê herdu hevdû xurt bikin.”

Peymana Lozanê ya ku di sala 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê bi dewleta tirk re hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe sed sal li dû xwe hişt. Ji çar parçeyên Kurdistanê 600 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyan û partiyên siyasî bi pêşengiya KNK’ê di 23’ê Tîrmehê de li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) a Lozanê du rojan li ser gelek mijarên berfireh konferensek li darxistin. Piştî konferans û meşa ku li Lozanê pêk hat encamnameya konferansê bi raya giştî re hat parvekirin.

Em der barê sedsaliya Peymana Lozanê, encamnameyên konferansê û Lozana civakî de bi parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal a ku yek ji beşdarên Konferansê bû re axivîn.

Wek tê zanîn bi Peymana Lozanê Kurdistan hat parçekirin. Tu der barê sedsaliya Lozanê de çi difikirî?

Di nav sedsala Lozanê de gelek tişt hatin guhertin. Sekna gelê kurd, daxwaz û rêxistinbûna wan a li çar parçeyên Kurdistanê de guherî. Di heman deme de dewlete Tirkiyeyê jî li ser Lozanê guhertinek pêk aniye ku hem hişmendiya ku Lozanê derxistiye holê xwe bi rêxistin kiriye û hem jî daxwazên gele kurd ên demokrasiyê ku derketine holê tune hesibandiye. Dîsa li cîhanê guhertin hene, em nikarin vana piştguh bikin û li ser kurd û Kurdistanê biaxivin. Li aliyekî modernîteya kapitalist her ku çuye xwe bi rêxistintir kiriye li aliyê din derket holê ku pergala netewdewletbûnê heta dawî nikare bimeşe. Bi van guhertinên ku li hemû cihanê pêk hat de, divê tunehesibandin û asimilasyona li ser kurdan êdî pêk neyê. Di dema me de divê kurd ji aliyê hiqûqî ve bên nasîn û mafên wan bên qebûlkirin. Di heyama ku em tê de ne de,  ji dewletan tê xwestin ku li hemû cihanê mafên kurdan ên parastin, siyaset û dîplomasiyê bê nasîn. Ji bo di sedsala duyemîn ya Lozanê de ev daxwaz pêk werin divê yekitiya neteweyî bê xurtkirin.

Bi yekitiya piraniya kurdan li Lozanê konferans û meş hat lidarxistin. Tu yekîtî û encamên ku ji konferansê derketin holê çawa dinirxînî?

Di civîna Lozanê ya ku ji aliyê KNK’ê ve hat lidarxistin de ji hemû qadên jiyanê nûner tev lê bûn. Ji ber vê yekê ji aliyê netewbûnê ve civîneke girîng û bi wate bû. Di du rojên civînê de gelek mijaran hatin nîqaşkirin. Bi hejmareke zêde li Lozanê meşeke xurt pêk hat. Di civînê de me  du qadên hebûnê pêk anî. Me xwe ne teoriyê ne jî bi çalakiyê sînordar kir. Em ne dikarin bi qadekî teorîk û dîplomatîk û qadekî girtî de bi nîqaşan nikarin serkeftineke bi dest bixin. Li aliyê din tenê bi kolan û çalakiyan em nikarin bi ser bikevin. Divê herdu alî jî hevdu xurt bikin. Divê hem çalakiyên me hewldan û xebatên me ji aliyê raya  giştî ve bên dîtin û rê û rêbazên van xebatan bên nîqaşkirin. Ji ber ku li Lozanê ev herdu xal jî bi hev re pêk hatin,  ev civîneke girîng bû. Encamname jî li gorî vê girîngiyê berfireh bû. Ji aliyekî ve ji bo kurd karibin di sedsala duyemîn de encamên Lozanê ji holê rabikin,  li ser mijara pêkanîna yekitiya kurdan de dê xebatên bi çi rengî werin meşandin de nîqaş hatin kirin. Ji aliyek ve jî wek tê zanîn Kurdistan di nav çar netewdewletan de hat parvekirin. Pêkhatiyên civînê ji bo ev ji holê rabe û statuya kurdan bê parastin bang li dewletên Peymana Lozanê îmze kirine, hat kirin.

Komîteyên di dawiya civînê de hatin avakirin, bawerî da me. Komîsyon an komîteya ku hat avakirin dê li ser biryarên encamnameyê xebatan bimeşîne û hewl bide ku biryaran pêk bîne. Heke ku biryarên di encamnameyê de hatin aşkere kirin pêk bên dê bandoreke mezin bi xwe re bîne. Dê bibe mînakeke pir baş. Di civînê de derket holê ku li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk yek in. Lê rêbazên têkoşînê cuda ne. Li çar parçeyên Kurdistanê dê têkoşîn bi hevfêmkirinê xurtir bibe.

Di sedsaliya Lozanê de ji çar parçeyên Kurdistanê gel li Lozanê kom bû. Lê hejmareke pir kêm PDK’yî li Cenevreyê kom bûn. Tu sekna PDK’ê çawa dinirxînî?

Ev pirsekî balkêş û dîrokî ye. Çima? Ji ber ku sekna PDK’ê ne tenê ji bo min, berpirsiyariya her kurdî ye. Bi taybetî ji bo kesên ku li ser mafên kurdan siyasetê dikin. Kesên ku li ser nasnameye gelê kurd xebat dike berpirsiyariya wan zêdetir e. Di vê konferansê de ev tişt gelek hat nirxandin. Em hêzên ku li ser daxwaziya maf û nasnameya gelê kurd hatiye heta asteke divê hêzeke bide her çar parçeyên Kurdistanê. Divê her çiqas Kurdistan bi sînoran ji hev hatibe qutkirin jî ew hêz karibe bi hişmendiya yekitiyê hêz bide parçeyên din. PDK’yî vexwendin konferansê. Ew bi daxwaza xwe nehatin konferansê. Ev helwesta PDK’ê ne sekneke niştîmanî ye. Peymana Lozanê ji xwe Kurdistan kiriye çar parçe. Divê kurd jî ji aliye bîrdozî û siyasî ve ji hev cuda nebin. Divê bê zanîn ku em hemû kurd yek in daxwaza me azadî û statu ye. Xurtbûna parçeyek Kurdistanê dê hêz bide parçeyên din. Xurtbûna parçeyeke divê nebe sedema paşvemayîna parçeyên din. Gelê kurd ji me hemûyan ji bilî berjewendiyên malbatî û şexsî têkoşîn bê dayîn û kurd paş ve neminin. Wek ku birêz Ocalan dibêje ‘Ez dixwazim aqilekî kurd derbixim holê ku tenê li ser fersend û berjewendiyên gelê kurd bifikire.’ Heta ku em vî aqilê dernexxin em ê nikaribin di sedsala duyemîn a Lozanê de guhertineke, hişmendiyek li dijî parçebûna Kurdistanê pêk bînin. Ji ber vê yekê sekna PDK’ê li hemberî dîrok û gelê kurd ne sekneke rast e. Divê hemû al û kesayet ji bo nasname û statuya gele kurd bixebitin. Ev daxwaza gele me ye û berpirsiyariya me ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dusedsaliya Lozanê, Lozana Civakî pêşniyar kir. Ji bo pêkanîna vê pêşniyarê hûnê xebateke çawa bimeşînin?

Lozana Civakî bi salane tê nîqaşkirin. Weteya wê çi ye? Yan Lozana duyemîn divê çawa bê pêkanîn? Gelek aliyên wê hene. Yek, divê wek netew yekitiya kurdan bi dilxwazî bi ruhê ku di şerê Kobanê de xwe nîşan da û hem bû sedema têkçûna DAIŞ’ê û hem jî statû û nasnameya gelê kurd bi cihanê da nasîn, pêk bê. Lozana Civakî li aliyek ve ev e. Li aliyê din li gorî rastiya civakê tevgerandin e. Li gor rastiya civakî divê cudahî nekeve nav netew, kêmnetew, ol, bawerî û cudabûnên taybet ên parçeyên civakê. Yanî divê em karibin li gorî rastî û taybetiyên civakê bi hev re bijîn. Ev wek bîrdoziyê bersiva herî xurt a ku birêz Ocalan daye Peymana Lozanê ye. Li gorî îro li dijî nenaskirina nasnameyan nasîna nasnemeya, li dijî nenaskirina jinan; têkoşîna jinan, li dijî nenaskirina olan; jiyana hevpar a bi suryanî, êzidî û elewiyan re, li dijî nenaskirina neteweyan; bi suryanî, cûhî, ereb û rûman re karibin bijîn. Li ser vê esasê dema em karibin li gorî van xalan bijîn, em ê karibin li dijî parçekirina Peymana Lozanê Neteweya Demokratîk ava bikin. Divê em karibin vê statûyê bi cîhanê bidin nasîn û biparêzin. Lozana Civakî dê bi pêkanîna van xalan bikeve meriyetê.

Ji bo Lozana Civakî pêk bê ji aliyekî ve ev berpirsiyarî berpirsiyariya gelê kurd e. Çawa? Li dijî siyaseta parçebûnê hev qebûlkirin, hevgirtin, jiyan û têkoşîna hevpar pêk bê. Ev têkoşîn dê li qada siyasî, aborî, civakî û çandî de yekitiyekê ava bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê