18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser vê axê ked erzan dibe

Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak anî ziman ku li gorî DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê nêzî 9,5 milyon kes betal in û wiha got: “Dema em betaliya berfireh jî hesab bikin, Tirkiye di nava welatan de di rêza yekemîn de ye.”

Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak li ser rewşa betalî, xizanî û mafê keda karker û kedkaran nirxandinên girîng kir. Koçak, da zanîn ku polîtîkayên AKP’ê Tirkiyeyê bêtir ber bi têkçûnê ve dibe û got ku çareserî demokrasiya xurt û pêşxistina rêveberiyên herêmî ne. Hevpeyvîna bi Ayfer Koçak re wiha ye.

Li Tirkiyeyê rewşa karkeran çawa ye. Mafê  karkeran çiqas tê parastin?

Li Tirkiyeyê îro di sektorên taybet de ji sedî 7, bi giştî jî ji sedî 15 karkeran di nava sendîkayan de bi rêxistin in. Li welatên Yekitiya Ewropayê jî welatiyên herî erzan bi heqê herî kêm dixebitin û peymana tomarî kar dikin. Li welatê me pênaseya betaliya berfireh 9 milyon û 600 hezar in. Li Tirkiyeyê di encama pergala ku em wekî ‘rejîma yek zilamî’ pênase dikin de, axa vî welatî bê ewleye û bûye dojeha mêtingeriyê. Dîmena li pêş me dojeha mêtingehê ye. Ji ber vê yekê destpêkê mafê kedkaran ên bingehîn tê binpêkirin.

Li Tirkiyeyê çima ked erzan dibe û betalî zêde dibe?

Li ser vê axê keda mirovan her ku diçe erzan dibe. Sedema herî mezin polîtîkaya desthilata AKP-MHP’ê ya 20 salên dawîn e. Bi hêza kar a erzan û keda kêm hilberîna endustriyelê dibijêre. Vê hilbijartina îktîdarê em xistin nava reqabeta pazara hilberînê ya cîhana sêyemîn. Bi vê yekê kedkar û karker di şertên herî zor de neçar dimînin bixebitin. Kedkaran mehkûmî mêtingeriyê dikin. Li ser navê hilberîna erzan, mirovan wekî makîneyê didin xebitandin. Wekî em dibînin her ku ked erzan dibe, hejmara karkerên betal jî zêde dibe. Li şûna hejmara karkeran zêde bibe, hejmara betalan zêde dibe. Em vê rewşê bi salan e tînin ziman. Vê paradogsa kapîtalîzmê dixin çavên me. Ji serî heta binî mal û xizmeta derve buha dibe û yên hundir erzan dibe. Tirkiye her ku diçe dikeve bin deynê derve. Ji ber vê yekê her diçe hatina millî kêm dibe. Hemû çavkaniyên welat pêşkêşî çend kesan dikin. Ji ber vê yekê polîtîkaya aboriya klasik jî êdî têk diçe. Ev piştî hilbijartina 31’ê adarê jî hat dîtin.

Berê jî me di şexsê kedkar û teqawîdan de anî ziman êdî debar zahmet dibe. Xizanî zêde dibe. Ev êdî bûye “Tasûwasek mezin a asta tirsa birçîbûnê” û belav bûye. Gelê me êdî hêviya xwe ji mafê xwe yê bingehîn ên wekî perwerde, tenduristî, parastin û xwecihbûnê qut kiriye. Êdî bi qeyrana xwegîhandina zexîreyan re rû bi rû ye. Encama hilbijartina 31’ê adarê encama berteka gel a li dijî vê qeyrana xizaniyê ye. Derket holê ku propagandaya “Restorekirina kapîtalîzmê û xebitandina mirovan” ku îktîdar û hinekî jî muxalefetê xwe dipartinê angaştek pûç û vala ye. Îro li Tirkiyeyê kedkarekî cemaweriyê ji bo maşîneyekê û xaniyekî bikire, divê nêzî 65 salan bixebite û deynê xwe bide. Ji sedî 75 hatina xwe dide kîraya xanî. An jî ji bo xanî bistîne divê bibe deyndarê bankayan. Ev jî nîşan dide ku hemû civak ji aliye sermayeye ve dîl hatiye girtin.

Keda ciwan û jinan çiqas tê dîtin? Heke nayê dîtin sedema wê çi ye?

Li Tirkiyeyê rêjeya jinên betal ji sedî 33 ye. Bi giştî rêjeya mirovên betal zêdeyî ji sedî 10’an e. Ev nîşan dide ku jin û mêr bi qasî hev ji debarê û qada kar sûdê nagirin. Li aliyê din keda jinan a malê û xizmetê, karê jinan ên nava zeviyan û karê nefermî wekî kar nayê dîtin. Bi keda zêde û heqê erzan dixebitin û mafê wan tê xwarin. Ev pirsgirêkek mezin e. Keda jinan hem nayê dîtin û nayê hesibandin hem jî bi tacîz, tecawiz û tundiya derûnî jiyan li wan bêtir zor û zahmet dibe. Li aliyê din nêzî 300 hezar kesên li bernameya MESEM’ê qeydkirî, di bin temenê 18 salî re dixebitin.1,5 milyon ciwanên me li cihê kar ên ne li gorî zarokan dixebitin. Bi heqê ji 3 paran 1 jê bi heqê herî kêm dixebitin. Yanî heqê herî kêm 17 hezar be, ev ciwanên me bi 5 hezar û 700 tl dixebitin. Dema em li gorî vê rastiyê binerin, em dibînin ku keda ciwanan nayê dîtin û keda wan tê xwarin. Keda wan di rewşek pir xetereye de ye. Di vê cihana ku ked nayê dîtin û mêtingeriya kedê tê kirin, pirsgirêk tenê di civakek aştiyane û wekhev a civakî de tê çareserkirin.

Li Tirkiyeyê betalî li gorî welatên Ewropayê di çi astê de ye?

Li welatê me li gorî pênaseya berfireh, betalî li gorî daneyên Yekineya Lêkolîna DÎSKAR’ê, nêzî ji sedî 25’an e. Li gorî vê rêjeyê li Tirkiyeyê nêzî 9,5 milyon welatiyên me betal in. Li gorî vê hejmarê di nava welatên Ewropayê de; em 3’yemîn welatê ku betalên wî herî zêde ye. Dema em pênaseya betaliya berfireh jî hesab bikin, em di rêza yekemîn a welatê ku welatiyên wî herî zêde betal in de cih digirin. Li gorî vê yekê welatê herî zêde welatiyên wî betal Tirkiye ye. Nifûsa Tirkiyeyê nêzîkî 90 milyon însanî dibe. Ji bo welatekî ku ew qas nifûsa wî zêde ev rêjeya betaliyê nayê îdarekirin. Ez dikarim bi rehetî bibêjim li gorî vê rastiyê nêzî 20 sal şûnde ev tablo dê pir bêtir xerab bibe.

Di 22 salên îktîdara AKP’ê de gelek maf hatin binpêkirin. Îktidarê welatî mahkûmî xizaniyek pir zêde kir. Hên ê di 1’ê Gulanê de li qadan peyamek çawa bidin?

Nîşana herî zelal a ku AKP’ê li vî welatî mafê kedê çiqas erzan û beqîmet kiriye, nêzîkatiya li dijî kedkaran a di 1’ê Gulanê de li qada Taksîmê nîşan dide. Li vî welatê ku kirine dojeha mêtingeriyê, naxwazin ku rojeva sereke û bingehîn a kedkaran bi raya giştî û çapemeniyê re bê parvekirin. Bi qasî mirinê ditirsin ku daxwazên kedkaran bi raya giştî re bê parvekirin. Ji ber vê yekê polîtîkayên qedexeyan û ewlekariyê derdixin pêş û helwestek rebenok nîşan didin. Stenbol zêdeyî 15 milyon nifûsa wî heye. Îktîdara ku xwedî îdeaye Stenbolê birêve bibe, diyar dikin ku dê nikaribin di 1’ê Gulanê de ewlehiya mîtîngê bigirin û nêta xwe aşkera kirin. Em vê bêçaretî û asêbûna îktîdarê pir zelal dibînin. Li gorî vê yekê em diyar dikin ku dê kedkar di 1’ê Gulanê roja piştevaniya kedkaran de bi xwe biryara şekle çalakiyên xwe û cihê çalakiyan bidin. Dîroka têkoşîna parastina kedê jî tiştekî wisa ye. Em dibêin maf nayê dayîn. Bi têkoşînê tên stendin. Encama helwesta dij demokratik a îktîdara AKP’ê ya li dijî kedê, di 31’ê adarê de xwe di sindoqan de nîşanî me da. Lê xuyaye ku AKP’ê hêj ev fam nekiriye û di rêya asê de israr dike. Îktîdar bi vê yekê bi lez ber bi ser sergoyê dîrokê ve diçe. Mirov çiqas lîsteya êrîşa li dijî ked û kedkaran bi kurtasî bîne ziman jî, dîsa kêm dimîne. Em hatine roja ku êdî kêr gihîştiye hestî. Hêrsa civakî ya gel roj bi roj zêdetir dibe. Vê hêrsa gel a li dijî îktîdarê di hilbijartina 31’ê adarê de xwe di sindoqan de da der. Em di rewşek wisa de xwe ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê amade dikin. Em ê li qadan rastiya ku em dijîn bînin ziman û daxwazên xwe biqîrin. Em îsal wekî KESK’ê bi şiyara “Li dijî xizanî, bêewlekarî, mêtingerî û zextan; ji bo em yekitiya xwe, têkoşînê, şêwirmendiyê û hêviyêmezin bikin, werin 1’ê Gulanê”, amadekariya 1’ê Gulanê roja têkoşîn, yekitî û piştevaniyê dikin.

Em gelek caran bûn şahid ku AKP’ê çalakiyên kedkaran qedexe kir. Li gorî vê têkiliya sermaye û îktîdarê çawa pêş dikeve? Bandora vê yekê çawa li ser karkeran xuya dike?

Pergala dewletê ew e ku karê derdixe asta herî jor. Xizmetkarê herî dildar ê vê yekê jî AKP ye. AKP ji bo zextan li ser karker û kedkaran zêde bike, wan li parametreyên cuda belav dike. Ji bo bertekên çînî bitepisîne û sist bike, polîtîkayên zêrandin û ewlekariyê, bi têkiliyên mûxtaciyê berdewam dike. Pirsgirêka rastîn a ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê; perwerde, tenduristî, bicîhbûn, xwegîhadina xurekên bi tenduristî, lihevkirina civakî û aştî ye. Gelê me her roj ji van pêdiviyan dûr dikeve. Ji bo Tirkiyeyê talûkeyek ji vê yekê mezintir tune ye. Ji sermayeya îktidarê pênaseya rastîn; îktîdara sermayeyê ye. Ji ber vê yekê hemû pergalên dewletê li ser têkiliyên berjewendiyê xwe bi teşe dikin. Dema rêjeya karê dadikeve, ev ji bo sermayeyê talûkeyek jiyanî ye. Ji ber vê yekê dewlet vê yekê wekî “ewlehiya neteweyî” pênase dike. Eger em winda bikin em ê tenê karê xwe û nane xwe winda bikin. Lê eger ew winda bikin, dê pir mezin winda bikin. Girîng e ku mirov vê yekê zanibe.

Heqê herî kêm di bin sînorê xizaniyê de ye. Enflasyon bi lez zêde dibe. Di rewşeke wisa de dê karker bersivek çawa bidin îktîdarê?

Em ê li hemû bajarên welat 1’ê Gulanê pîroz bikin. Ji pîrozbahiyê cudatir em ê li Êlih û Wanê mîtîngên herêmî pêk bînin. Bêguman ji ber aliyê dîrokî mîtîngên Stenbolê li Taksîmê tên lidarxistin. Lê niqaşên li Tarsîmê pêk bê yan pêk neyê didome. Mîtîng mafekî bingehîn ê hiqûqî û zagonî ye. Ev ji aliyê Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî hatiye erêkirin. Lê îktîdar ji sala 2013’an ve li dijî vî mafê azadiyê, qada Taksîmê li kedkar û karkeran qedexe kiriye. Em bi tu awayî vê zagonê qebûl nakin. Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Vedat Işikhan dibêje; “Înada bi girseyî li vê qadê pîroz bikin, zirarê dide ruhê piştevanyia 1’ê Gulanê.” Ev hişmendiya îktîdarê ya çewt nîşanî me dide. Dijberî vê yekê, ji ber gotinên wezîr rageşî zêde dibe. Heta niha kengî li Taksîmê destûr dane qet alozî û pirsgirêk derneketine. Bi hezaran bi hev re daxwazên xwe li vê qadê anîne ziman.

Wekî li hemû qadên cîhanê, li welatê me jî dê karker û kedkar 1’ê Gulanê li bajarên xwe qadên ku ew diyar dikin bi girseyî pîroz bikin. Li Stenbolê jî mafê kedkaran heye ku 1’ê Gulanê bi girseyî û coşek mezin li Taksîmê pîroz bike. Ev maf ji aliyê zagonên neteweyî û navneteweyî ve hatiye qebûlkirin. Em binpêkirina vî mafî qebûl nakin. Em careke din diyar dikin ku em ê 1’e Gulanê li qada Taksîmê ya Stenbolê pîroz bikin.

Li gorî we aboriya Tirkiyeyê çawa ket vî halî? Polîtîkayên heyî bandorek çawa li ser çîna karkeran kir?

Meqesa di navbera welatên ku di asta kapîtalizma modern de pêş ketine û pêş dikevin, tu carî nayê girtin. Dema em li komkirina sermayeyê ya kapîtalizmê dinerin, polîtîkayên pereyan ên welatê wekî Tirkiyeyê nîv pêşketî, dê Tirkiyeyê bêtir bibe îflasê. Çareseriya vê yekê demokrasiya pêşketî ya li welat e. Aştiya civakî û bihêzkirina rêvberiyên herêmî ye. Heta ku jiyana hemdem a li gorî wê derbasî qada civakî nebe, heta xizmetên civakî yên wekî perwerde, tenduristî bi rêbazên hemdem nekevin meriyetê û bi lihevkirina sivîl a avakirina Destûra Bingehîn ku li ser peymana civakî tê avakirin pêş nekeve, dê her roj bêtir xerab bibe û gengeşî zêde bibe.

Piştî bernameya aboriyê ku Mehmet Şimşek aşkera kir, dê xizan bêtir xizan bibin. Serokê ÎMF’ê jî got ‘Me ji polîtîkayek wisa ji bo Tirkiye dixwest’. Ev ê bandorek çawa li karkeran bike?

Têkiliyên sermayeya kurevî û netewe-dewletan, fînans kapîtalê azad dike û gelan bêtir dike kole. Li vir fînans kapîtal û hemû pêkhateyên girêdayî wê dibin kirde û navend. Li aliyê din karker, kedkar, jin, zarok, çand û ekolojî jî dibe bireser (amûr). Modernîteya ku polîtîkayên çareseriya jana kapîtal a ku bi M.Adams dest pê kir û bi J.M.Keynes berdewam kir û bi M. Friedman temam bû, îro gefê li jiyanê dixwe. Ji ber vê yekê divê em tenê li Tirkiyeyê li çareseriyê negerin. Êdî di asta kurevî û navneteweyî de pêdivî bi piştevaniya mezin a demokrasiyê û bi rêbazê têkoşîna ku rêxistinên kolektif hêzê didênê heye. Pêdivî bi şêwazê têkoşînek nû heye. Divê em parçeyê herî biçûk ê jiyana xwe bi awayekî komunal birêxistin bikin û biherikin jiyana azad. Di vê mijarê de hêvî, biryar û vîna me tam e. Welatê me û Rojhilata Navîn di aliyê çareseriyê de xwedî danehevek dîrokî ye. Polîtîkayên nû yên îktîdara AKP’ê ku Mehmet Şîmşek û koma wî wekî cudahiyên fînansê pênase dike, îflasê nîşan dide. Mehmet Şimşek û koma wî di bin navê polîtîkayên tasarrufê de ked û hilberina milyonan welatiyên xizan peşkeşî sermaye û îktîdarê dike.

Ayfer Koçak kî ye?

Di sala 1975’an de li Giresunê ji dayik bû. Dibistana seretayî li navçeyên Kandira û Gebzeyê yên Îzmitê xwend. Ji Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Ondokuzmayisê mezûn bû. Di 2000’an de dest bi mamostetiyê kir. Di 2004’an de bû Seroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Gebzeyê. Di salên 2016 2023’an de bû Seroka Şaxa 3’emîn a Egîtîm Sen’ê ya Stenbolê. Di kongreya 2024’an de bû Hevseroka Giştî ya KESK’ê.