18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera rojnamegeriya kurdî û erkên rojnamegeriyê

Salvegera rojnamegeriya kurdî li wan kesên ku di şert û mercên herî dijwar de bûn şopînerên rastbêjiyê, li dijî zilm û kiryarên dîktatorên înkarker bûne çirayekî tije ronahî û ji bo zelalkirina rastiyên veşartî têdikoşin pîroz be.

Êrîşên li dijî ragihandina azad ên li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û stdyoyên Stêrk Tv û Medya Haberê di dilê Ewropayê de pêk hatin, wek rûreşiyeke ku di vê sedsalê de rûyê reş ê dîktatoran reştir dike ye.

Peyama herî xuya ya vê êrîşê ew e ku ragihandina kurdî li ser civaka me xwedî bandoreke pir zêde ye ku ew nasname û rengê xwe yê kurdewarî di hilbijartinên dawiyê de li Kurdistan û Tirkiyeyê da xuyakirin. Berevajî hemû zext û zorên li ser saziyên ragihandinê li Kurdistanê lê dîsa jî ragihandinkarên kurd bi raport, peyam, şîrove, hevpeyvîn, daxuyanî, piştgîrî û di etmosfrekî tije zordarî de bûn rêberên civakê. Tirsa herî mezin a dîktatoran ji rojname, Tv, nivîskar û ew rojnamegerên ku li ser şopa heqîqetê bûne çav û rêberên gelê kurd in. Dersa herî mezin ku civaka ragihandinakarên Kurdistanê dikarin ji êrişên bi vî awayî bistînin ew e ku zêdetir ji salên berê li ser vê rêbaza xwe a tije peyamên civakî, siyasî û reweşnegiriyê berdewam bin. Pêwîste rêveberên saziyên me yên ragihandinê hêza xwe mezintir bikin û ji berê zêdetir îmkanên madî-manewî di xebatên wiha de xerc bikin.

Kes nikare me ker, lal û kor bike. Ji ber ku di vê cihanê de êdî ragihandina kurdî jî xwe xwedî prestîjên bilind û muxatebên wê jî milyona kurdên Kurdistana mezin in. Herwiha ajansên kurdî jî çavkanîne ji ajansên din ên cihanê re.

Çend navên xwedî keda zêrîn

Salvegera rojnamegeriya kurdî li wan kesên ku di şert û mercên herî dijwar de bûn şopînerên rastbêjiyê, li dijî zilm û kiryarên dîktatorên înkarker bûne çirayekî tije ronahî ji bo zelalkirina rastiyên veşartî têdikoşin pîroz be.

Di vê bîranîna dîrokî, tije rabûn û ketin de pêwîste em li pey nav û keda zêrîn a kesên jêr binêrin ku her yek ji wan di serdema xwe de rûpelekî nû li ser rûpelên dîroka rojamegeriya kurdî zêdetir kirin: Miqdad Mîdhet Bedirxan, Ebdulrehman Bedirxan, Simkoyê Şikak, Mela Mihemed Tûrcanîzade, Ehmed Tûrcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan, Celadet Bedirxan, Husên Huzinî û Giyo Mûkriyanî, Pîremêrd, Casimê Celîl, Xelîl Çaçan, Heciyê Cindî, Giraçiya Koçerê, Harûtiyûn Mikirtçiyanê (her du ermen bûn), Cerdoyê Gênco (ji 1930 heta 1937’an Riya Teze bi zimanê Kurdî li Sovyeta berê belav kirin), Mîroyê Esed, Titalê Efo, Emerîkê Serdar, Girîşya Memê, Qanadê Kurdo, Erebê Şemo, Musa Anter, Hejar û Hêmin Mûkriyanî, Marif Xeznedar, Kemal Fûad, Salih Yusifî, Enwer Mayî, damezrînerên MED Tv ku bo yekemîn car ji teknîka nûjen a ragihandinê li dijî dijminê doza Kurdistanê dest bi rêwîtiyeke nûdem û modern kirin. Şoreşa ku di ragihandina kurdî de bû destpêk û bingeha ronesanseke mezin û sinorên destçêkirî li ser singa axa Kurdistanê ji holê rakirin.

Rojname û girîngiya pêngavê

Gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de gelek bindestî û zordariyên tije sivkatî dîtine, lê tu carî serê xwe li hember dijminên doza xwe ya rewa, netewandine. Bêdudilî li ber xwe dane û gelek karên bêhempa kirin. Yek ji karên wan yê herî  ber bi çav û cihêreng, derxistina yekemîn hejmara rojnameya kurdî ya bi navê KURDISTAN e ku bi zimanên kurdî û tirkî li bajarê Qahireyê hat çapkirin û belavkirin.

Li cihanê rojnameya yekemîn di sala 1605’an li bajarê Strasbûrgê li welatê Fransayê dest bi weşanê kir. Navê wê ‘Relation’ û kesek bi navê Yuhan Karlus jî sernivîserê wê bû. Kuktelek ji nûçe û xeberên nejbîrkirî naveroka wê tije dikirin. Gel ji wê rojnamê hez dikir û ev jî bû sedem ku Relation weke faktorek diyarker xwedî rolekî mezin di berdewamiya belavkirina rojnameyên li pey xwe bibe navnîşanek bêmirin. Ew rojname heftane dihate weşandin û bi qasî 70 salan karê xwe yê ragihandinê berdewam kir. Li ser wê keda pîroz û dîrokî 25’ê nîsana her salê weke Roja Ragihandinê li cihanê hatiye diyarkirin.

Kurdan piştî 293 salan bi derxistina rojnameya KURDISTAN ketine nav kerwana ragihandinê.

KURDISTAN di çapxana Dar-El Hêlal û bi hevkariya nivîskarê navdarê ereb Curcî Zêdan (1861-1914) ku ji welatê Lubnan bû hat çapkirin ku dijberekî desthilata osmanî li welatê xwe bû. M. Bedirxan rewşenbîrekî mezin û xwedî ramanên feylesofên weke rêzdar Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî bû. Wî xwest bi wê pêngavê bi kurdan bide zanîn ku ‘neteweke bêdewlet’ jî dikare bibe xwedî rojname. Bîr û ramanên neteweyî bi hebûna mamosteyekî weke Hacî Qadirê Koyî ku heta 1890’an mamosteyê wan bû rêyeke nû li ber zarokên Mîr Bedirxanê Botanê vekiribûn.

Di wê rêya tije zehmetî û astengî de ku jiyana kurdan derbasî pêvajoyeke nû kirin, em zêde ji tirk, ereb û farsan şûnde nemabûn. Yekemîn rojname bi zimanê tirkî  ‘Taqvîmî Vaqayê’ di sala 1832’yan, bi zimanê farsî li Îranê ‘Kaxezê Exbar’ di 1851’an de û li Îraqê jî bi navê ‘Sewra-Zerwa’ di sala 1869’an de dest bi weşanê kiribûn. Divê em vê rastiyê qet ji bîr nekin ku ew rojname ziman halên desthilatê û bi awayekî fêrmî tevî piştgîriya madî ya wan hikûmetan dihatin belav kirin. KURDISTAN di sirgûnê de û bi îmkanên malbata Bedirxaniyên şoreşger û rewşenbîr hat belav kirin.

Rojnameya KURDISTAN xwedî dirûşemeke wiha bû:“ Kurd rabin ser xwe, huner û zanistê hîn bibin“.

Di dema pênc salan da 31 hejmar li pênc welatên dûr ji hev belav bûn ku li pey belavbûnê salên dirêj li ber destê kurdan nebûn. Jimara wê ya yekê di sala 1968’an de bi rêya mamoste Marif Xeznedar li Mosko peyda bû. Wî ji wê salê û pêde pêşniyar kir ku 22’yê Nîsanê weke ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ bê diyarkirin. 27 hejmarên din nemir Kemal Fûad li Almanya û hinek welatên din yên Ewrûpa peyda kirin. Du hejmar jî Prof. Dr. Celîl Celîl peyda kirin, lê hejmara 19 hêşta jî nehatiye dîtin.

  1. Bedirxan li sala 1891’an ji Stembolê çû welatê Misrê û li pey belavkirina rojanameyê ew û Cûrcî Zêydan ji aliyê Sultan Ebdulhemîdê Osmanî ve têne tehdîdkirin û neçar ew ji wira direve û vedigere Tirkiyeyê. Yek ji endamên çalak yên ‘Cemiyeta Ithad û Terakî’ bûye û yek ji damezrînerên ‘Cemiyeta neşra merîfa kurdî’ bûye. M. Bedirxan kesekî dûrbîn, zana, kurdistanî, zimanzan û bi rêya zanîna zimanên: Kurdî, tirkî, fransî û erebî karî ku di warê dewlemendkirina naveroka rojanameya Kurdistan de xwedî rolekî serekî be.

Xala herî balkêş li vira ew e ku kes nizane qedera jiyana wî qehremanê doza me çawa hat dawiyê û mezelê wî li ku derê ye.

Erkên li pêşberî me

Di roja îro de gel xwedî şiyarbûneke pir bilind e. Di guherandin-veguherandinên civakî, zanistî, siyasî, hunerî û qadên din de ragehandina kurdî xwedî nasnameke diyar û karnameyeke dewlemend e.

Li gor min erkên herî girîng li gor manîfestoya ku yên beriya me weke mîrat ji me re hiştine û li pêşberî me ne ew in ku:

  1. Bi presîbên exlaqî û pîvanên ragihandinê karekî bikin ku rêxistinên siyasî li hemû Kurdistanê zêdetir nêzî hev bibin.
  2. Haydarî nivîs û axaftinên xwe bin ku raya giştî ya civakê birîndar nekin. Dijminên me mezin û xedar in, pêwîste em karekî nekin ku axaftin û nivîsên me bibine ava aşê dagirkerên welatê me.
  3. Bila bi rêya rojnamegerên kurd ‘dubendî û nakokî’ di nava partiyên siyasî de roj ji rojê kêmtir bibin. Di roja îro de bi dehan Tv’ên satalaytî, sedan rojname, kovar, ajans û radyoyên kurdî hene ku di bilindkirina asta rewşenbîriya civakî-siyasî û gelek aliyên din xwedî rolekî mezin bûne.
  4. Pêwîste em tûrên civakî bi armancên pîroz û xizmetkirinê di rêyeke rast û durist de bikar bînin. Ji bo ronîkirina civakê weşanê bikin.