19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Toledo: Fikrên Rêber Apo pêşiya wan ronî dike

Endamê Însiyatifa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statû Toledo anî ziman ku gelek fikrên cuda û rêxistinên cuda bi fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşiya xwe ronî dikin û siberoja xwe diyar dikin.

Endamê Însiyatifa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statû Danilo Toledo anî ziman ku armanca kampanya piralî ye û wiha got: “Bi vê kampanyayê gelek kesên beşdarî kampanyayê bûn bîrdoziya Rêber Apo nas kirin. Paradigmaya Rêber Apo ji bo daxwazên kesên tev li vê kampanayê bûn bû bersiv. Gelek kes difikirin ku neheqî çima heye. Şer çima heye. Gelek kesên pirs di serê wan de hene, di bîrdoziya Rêber Apo de bersivên xwe girtine. Kesên bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo re di diyalogê de bin bersivên pirsên xwe dibînin. Ev lêgerîn “Diyaloga bi Ocalan re” ye. Em dibînin ku ji hemû welatan kurd û kesên enternasyonalîst tev li vê pêngavê dibin. Gelek komên cuda, gelek fikr û bîrdoziyên cuda û gelek nûnerên sendika komele û partiyên siyasî yên cuda tev li vê pêngavê dibin û tev li “Diylaloga bi Ocalan re” dibin. Karker, femînîst û ekolojîst kesên cur be cur bi di nava lêgerînê de ne. Li bersivên daxwaza xwe digerin. Bi Rêber Apo re di nava niqaşan de ne. Bi fikrên Rêber Apo li bersiva pirsên xwe digerin.”

Toledo da zanîn ku nasname û baweriyên cuda ji bo pêşeroja xwe bibînin, xwe dispêrin bîrdoziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Kesên xwe dispêrin fikr û felsefeya Rêber Apo, Rêber Apo ji bo xwe ronahî dibînin. Ev diyaloga bi Rêber Apo re ye. Kes û komên cuda tên dixwazin li ser mijarekê semînerekê bidin. Dixwazin li ser paradigmaya Rêber Apo nîqaş bikin. Dema di “Diyaloga bi Ocalan re” de diaxivin video dikişînin û xwe qeyd dikin. Hin kes dixwazin bi şanoyê û cur be cur xwe bînin ziman. Dayaloga bi Ocalan re ji her kesan û her alî re vekiriye.”

Dê pêngavê mezintir bikin

Toledo li ser rê û rêbazê xebatê jî rawestiya û wiha got: “Em diçin gel dostên xwe yên enternasyonal, kesên kurd û welatparêz. Em bi wan re der barê pêngavê de diaxivin. Em pirsan ji wan dikin. Em dibêjin ‘Hûn dixwazin çawa tev li kampanyayê bibin. Hûn felsefeya Rêber Apo çawa dibînin?’ Em van bersivan yek bi yek kom dikin. Em hewl didin biçin welatên cuda. Sala par kampanya “Roja pirtûkên Ocalan” hebû. Li dehan welatan pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Gelek kes beşdarî van xwendinan bûn. Em dixwazin vê pêngavê mezintir û firehtir bikin. Em dixwazin biçim hemû welatan vê kampanyayê belav bikin. Li kijan welatî kijan çalakî û kampanya heye. Kî dikare beşdarî vê kampanyayê bibin, em lêkolîn dikin. Em têkiliyên xwe yên bi dostên xwe re berdewam dikin.”

Dê hefteyekî bidome

Toledo herî dawî anî ziman ku ev çalakiya “Diyaloga bi Ocalan re” ku hefteyekî berdewam bike, li gorî dostên wan dê bê guhertin û wiha bi dawî kir: “Hin kes dixwazin rojekê beşdar bibin, hin kes dixwazin heft rojan beşdar bibin. Tevlêbûn girêdayî însiyatifa beşdaran e. Her kes dikare li gorî derfet û hunera xwe tiştan biafirîne.”