2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Serhedê berfê rê girtin

Ji ber barîna berfê ya li herêma Serhedê li Wan, Bedlîs, Erdexan, Mûş, Qers, Îdir û Erziromê rêya bi sedan gund û mezrayan hate girtin. Li hin navçeyên Agirî û Îdirê jî dibistan hatin girtin.

Barîna berfê ya duh bi şev li herêma Serhedê dest pê kir, di serî de Wan bandor li gelek bajaran kir.  Bilindahiya berfê li navenda Wanê gihişt 10 santîmetreyan û li herêmên bilind jî gihişt 30 santîmetreyan. Ji ber barîna berfê 68 jê gund, 70 jê mezra rêya 138 jîngehan hate girtin. Rêya Ebex-Bazîd û Tendurekê ya ji ber şertên hewayê yên neyînî bi şev hatibû girtin jî îro bi xebata hatiye kirin hate vekirin.

Germahiya hewayê 8 derece bin sifrê de ye

Duh bi şev li Erzirom û Qersê jî berf bariya. Li her du bajarên germahiya hewayê 4-5 dereceyan kete binê sifirê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Li Qersê barîna berfê ya bi şev veguherî bapêçê û rêya Qers û Dîgorê demekê hate girtin. Navenda Erdexanê ya di saetên serê sibê de berf lê bariya jî spî bû. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku germahiya hewayê ya herî kêm li navçeya Golanê hatiye qeydkirin. Ji ber germahiya hewayê ya di bin sifirê de rê cemed girtin û rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin.

Li hin herêman dibistan hatin girtin

Barîna berfê li Mûş û Bedlîsê jî bi bandor bû. Rêya Melazgîr û Xelatê ya ji ber barîna berfê hatibû girtin, hate vekirin û li her du bajaran rêyên bi dehan gundan hatin girtin.

Ji ber barîna berfê ya bi bandor li 9 gundên girêdayî navçeyên Îdirê dibistan rojekê hatin girtin. Dîsa li gelek gundên girêdayî navçeyên Bazîd û Giyadînê yên Agiriyê dibistan rojekê hatin girt