5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Siddik Guler hate girtin

Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê’ 2 sal 4 meh û 3 roj cezayê hefsê li rojnamevan Siddik Guler birîbû. Piştî ku Dadgeha Bilind ev ceza pejirand Guler hate girtin.

2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê’ di 24’ê çileya 2018’an de 2 sal 4 meh û 3 roj cezayê hefsê li rojnamevan Siddik Guler birîbû. Dadgeha Bilind ev cezayê hefsê yê li Guler hatibû birîn pejirand.

Dadgeha bilind biryar pejirand

Serlêdana li dijî biryara dadgeha herêmî li Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê hatibû kirin, hate redkirin. Li ser vê yekê dosya ji bo temyîzê veguhestin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî daxwaza temyîzê qebûl nekir û biryara dadgehê dabû pejirand.

Guler şandin girtîgehê

Piştî ku biryar hate pejirandin, Guler bi parêzerê xwe re çû Edliyeya Wanê û piştî biryar jê re hate xwendin, hate girtin û birin girtîgehê.