Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê îro bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meşek bê lidarxistin.
Meş dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin û ji bo tevlîbûna meşê, girse niha li bajarokê Tilqebînê kom dibe. Partiyî li noqteyên cuda kom bûne. Piştre jî dê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê bên ba hev û dest bi meşê bikin.