5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Parastinê kuştina 2 leşkeran ragihand

Piştî weşandina dîmenên kuştina 7 leşkerên tirk ên li başûrê Kurdistanê, Wezareta Parastinê, ragihand ku 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Parastinê, piştî weşandina dîmenên kuştina 7 leşkerên tirk ên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da. Dîmenên kuştina leşkeran ku duh ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin weşandin bûn rojev. Piştî weşandina van dîmenan wezaretê daxuyand ku 2 leşkerên tirk li herêma operasyonê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku wezaretê dan, di encama teqandina teqemeniyeke destan leşkerên bi navê Halîl Yildiz û Firat Guner ên bipere birîndar bûne û piştî ku wan rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.