17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zongûldakê 4 karkerên kana medenê birîndar bûn

Li Zongûldakê, di kaneke medenê de teqîn çêbû û 4 karker di teqînê de birîndar bûn.

Li navçeya Kîlîmlî ya Zongûldakê, di kaneke medenê ya taybet de ji ber sedemeke ne diyar teqîn çêbû û 4 karker di teqînê de birîndar bûn. Tîmên tehliyekirinê yên Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê (TTK) sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) der bas kiriye; birîndar Ersoy Mankir, Ramazan Kamîl Çelebî, Îlyas Kabûk û Alî Gezer ji kanê hatine derxistin û bi ambûlansan ew şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Zongûldakê. Rewşa karker Kabûk û Gezer ji ber ku giran bûye sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê hatine kirin.

Hat destnîşankirin ku teqîn di dema ku karker dest ji kar ber dane û derketine pêk hatiye.