13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rebab Mîrza xwest ji pergala Rêveberiya Xweser sûd bê girtin

Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza, got ku pergala Rêveberiya Xweser dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Divê herêmên din ên Sûriyeyê ji rola jinê ya li nava Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin.”

Di vê pêvajoya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî wê êrîşên dijwar pêk tên de nirxandinên erênî der barê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de tên kirin. Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza ya sûriyeyî der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê û rola jina kurd a di vê çareseriyê de ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Rûken Efrîn û Roj Denîz re axivî  û ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinên girîng kirin.

Rebab Mîrza, diyar kir ku aloziya li Sûriyeyê bûye sedem ku mirov koçber bibin û wiha got: “Li kêleka vê yekê ya bala min kişand pergala Rêvebirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku jin tê de cihekî girîng digirin. Tevî ku gelek dewletan tê de hêzên xwe bi cih kirin û gelek pirsgirêk hebûn jî lê dîsa jin di nav pergala Rêveberiya Xweser de bûn. Di pergala Rêveberiya Xweser de cewhera jinê derket pêş. Ji bo wê eger jin bi pêş nekeve, pêşketin nikare pêk bê.”

Jina kurd pêşketî ye

Mîrza, xwest ku herêmên din jî ji pergala Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin û ev tişt gotin: “Ji ber ku pergala Rêveberiya Xweser yek ji rêbazên çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha ji ber ku Sûriye yek parçe ye, ji bo wê jî jinan xwe di nav pergala Rêveberiya Xweser de çalak kir, lewre divê li her derê were belavkirin. Ji ber ku her tim bi nêrîneke biçûk li jina Sûriyeyê dihate temaşekirin.”

Di dewama axaftina xwe de Mîrza ev tişt anîn ziman: “Li Rojhilata Navîn êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî civakê ye, ji ber ku jin civak e. Dema jin zane û azad be wê civakek zane û azad bide avakirin. Bi taybet li Îranê di bin navê ol de ev bûyer li ser jin tên meşandin. Ji ber ku dewleteke wek Îranê ku tê de jin serwer bû, ji bo wê ev hincetên vala ku tenê dixwazin jinê hedef bigirin girtin. Li gorî astengiyên ku gel dikişandin û li gorî lêkolînên ku li ser jin kirine, jina kurd û civaka kurd ji civakên din bêhtir bi pêş ketî ne. Ji ber ku zor û zehmetî dibe sedem ku kesayetên azad bêne avakirin. Vê pergala jinê ya di Rêveberiya Xweser de bandorê li jina li Îranê kir û li hemberî qetilkirina Jîna Emînî serhildanan dest pê kir.”

Nagehan Akarsel

Mîrza, li ser qetilkirina Nagîhan Akarsel jî wiha axivî: “Nagîhan Akarsel gelek xebat û lêkolînên wê di beşa jinê de hebû. Ji bo wê hedefgirtina Nagîhan Akarsel li herêmeke wiha biplan e, ji bo ku pergala jinê lewaz bibe. Lewre hedefgirtina Nagîhan Akarsel hedefgirtina fikrê bû. Ji bo wê Nagîhan Akarsel wê her tim di hişê hemû jinan da be û wê her tim çîroka wê bilind bikin. Ji ber bêdengiya ku heye tê xuyakirin ku komployeke mezin heye, armanca wê komployê jî ev e ku di kesayeta Nagîhan Akarsel de hemû jinan hedef bigirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Mîrza ev bang kir: “Divê hemû pêkhate bi hev re bibin yek. Ev yek li ser milê jinê ye, ji ber ku di Sûriyeyê de pir xwîn hate rijandin û gelek dewletan jî ji bo berjewendiyên xwe, xwe tê de bi cih kir. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê divê em li hemberî komployên ku li ser gel tên rêvebirin hişyar bin.”