28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê aşkera kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Faşîzm û Qirkirina Jinan Dem Dema Azadiya Jinan e” deklarasyona 25’ê Mijdarê bi tevlîbûna dehan jinan aşkera kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Eywana Dawetê ya Labella ya Şîşliyê bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” deklarasyona 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî aşkera kir. Li eywanê pankartên wekî “Jin jiyan azadî”, “Li dijî faşizme û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hat daleqandin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Nagîhan Akarsel, Jîna Amînî, Garibe Gezer, Pinar Gultekîn, Hevrîn Xelef û Kader Ortakaya hatin daleqandin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Fatma Kurtalan, Şevîn Coşkûn, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, çalakvanên Nobeda Edaletê û bi sedan jin tev li bernameyê bûn. Deklarasyon ji hêla aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem ve hat xwendin.

Deklarasyon bi gotina “Pêdiviya me bi dengekî heye ku bangî nava pêlên hest û ramana serdemê bike… Bi gotineke ku enerjiya me dike yek û dide hîskirin ku li gerdûnê em ne bi tenê ne…” ya endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin dest pê dike.

Di deklarasyonê de wiha hat gotin: 

“Ji xwîşkên Mîrabel heta Sarayan; ji Sêvêyan heta Aysel Doganan û Jîna Emîniyan; ev dengê ku Nagîhan diqîre, li gel felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji  Kurdistanê dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû, her ku diçe bilindtir dibe. Em wekî TJA, îsal, em careke din bi îdiaya xwe ya “Sedsala 21’emîn dê Bibe Sedsala Jinan!” 25’ê Mijdarê  Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî pêşwazî dikin.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’ 

Ew hişmendiya ku me di mal û zindanan de girtî dihêle û hewl dide ku ramanên me û hêza me ya rêxistinî asteng bike divê bizanibe ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinan mezin bikin. Em ê pratîkên tundiyê yên dewleta mêrsalar ên wek lêgerînên tazî yên di girtîgehan de, heqaret, şewitandina înfazan, sepanên lijneyan, bêparhiştina ji pirtûk û rojnameyan tu caran nepejirînin. Bi vê boneyê jî, em bang dikin ku her kes li nobeta malbatên ku ev bi mehan in ji bo zarokên xwe yên ku di girtîgehan de mirin li wan tê ferzkirin têdikoşin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar a ku li hemberî bêdadiyê li ber xwe dide xwedî derkeve. Dîsa di şexsê Aysel Tûglûk a ku bi têkoşîna gerdûnî ya hevpar a jinan hat berdan de, ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi heman biryardarî û astê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji bo sermayeyê tên talankirin

Di serî de Dêrsim û Cûdî; polîtîkayên agirberdana bi destê dewletê, valakirina gundan, çêkirina qereqol, qeleqol, bendavan, kanên mehdenan û bêdarhiştinê; nîşaneyên hewla bi hinceta şer tunekirina xweza û dîroka Kurdistanê ne. Dîsa her wekî qetliyama ku li Çiyayên Kaz hat çêkirin, çar aliyên Tirkiyeyê bi hinceta sermayeyê tê talankirin. Divê îşkenceyên ku li bedenên miriyên kurdan tên kirin, êrîşên li ser goristanan jî wek domahîlka van polîtîkayan bên destnîşankirin.

‘Li hemberî şer dengê xwe bilind bikin’

Texrîbatên civakî yên ku ji ber çekên kîmyewî pêk tên jî her ku diçe zêdetir dibin. Netew-dewletparêziya ku dibêje qey ew ê bi bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser axa başûrê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd lawaz bike, li hemberî mirovahiyê tawanker e. Li hemberî van sepanên dermirovî hem hêzên herêmî hem jî hêzên navneteweyî bêdeng dimînin û dibin hemtawan. Ev êrîş, bi tu awayî ji êrîşên li ser jinan û êrîşên li ser têkoşîna azadiyê ya jinan cuda nîne. Ji ber vê yekê, divê em her gava erdnîgariya xwe, xwezaya xwe û hemû kesên ku li ber xwe didin wek bedena xwe, wek ramanên xwe star bikin û biparêzin. Di kesayeta Şebnem Korûr Fîncanci ya ku li kuçi dibe bila bibe bi tu awayî dev ji afirandina zanistê ya ji bo civakê bernedaye de, helwest nîşandana li hemberî çekên kîmyewî meseleya rûmetê ye. Careke din, em wek TJA, em bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, raya giştî ya xwedîwijdan û demokratîk dikin ku li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.

Dê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin

Ji zimanê me yê dayikê bigire heta çanda me, wek jiyan di hemû qadên siyasetê de, nasnameya me ya jinbûnê, nasnameya me ya kurdbûnê wek hêmanên tawanbar tên dîtin. Konserên hunermendên kurd, lîstikên şanoyê yên bi kurdî tên qedexekirin. Li hemberî vê çanda ku bi xerakirin, şewitandin û rûxandinê nayê tunekirin îro jî her wekî ku li Sûrê, li Cizîrê dikin, bi mihrîcanên ku ji derve de gel tînin polîtîkayên bişavtinê kûrtir dikin. Li bajarên mezin ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, hewl didin kurdan bikujin. Em soz didin ku li hemberî vê hişmendiya qedexeker, yekparêz û mêtinger em ê ji her demê bêhtir li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin.

 Xwedîderketina çapemeniya azad

Çapemeniya nivîskî û dîtbarî hatî stendin û veguheriye amûreke propagandayê ya desthilatdariyê. Li hemberî vê yekê jî kedkarên çapemeniya azad angaşta xwe ya çêkirina nûçeyan a li ser şopa heqîqetê didomînin. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya ku em li dijî tundiya li ser jinan dikin wek berpirsiyariyeke bingehîn xwedîderketina li pênûsa bi dehan jinên rojnameger ên ku di girtîgehan de ne li me ferz dike.

Polîtîkayên şerê taybet tê meşandin

Wek polîtîkayeke şerê taybet, keda jinan ji aliyekî ve tune tê hesibandin û ji aliyê din ve jî tê binpêkirin. Di roja îroyîn de hîna jî jinên ku li malan, li zeviyan, li palûkeyan û li hemû qadên din ên jiyanê hilberandinê didomînin bi êrîşên zayendî re rûbirû dimînin. Karkerên demkî bi êrîşên nijadperestan rûbirû dimînin. Rêya rizgariya ji xizanî û bêpariya jinan a ku em rûberî wan dibin û rêya rizgariya ji polîtîkayên mêtingeriyê ew e ku dîsa bi têkoşîna jinan a rêxistinî, aboriya komunal a demokratîk bê avakirin. Şerê taybet ê ku li hemberî keda jinan tê kirin, li hemberî jinên ciwan zêdetir tê kirin. Di şexsê Îpek Er, Gulistan Doku, Pinar Gultekîn de bi tundiya sîstematîk a bi unîforma bênasnametî li jinên ciwan tê spartin. Ji aliyê din ve jî bi fihûş û tiryakkêşiyê polîtîkayên ku ciwanan tune dikin, dejenere dikin û bê vîn dihêlin tên sepandin. Dîsa kapîtalîzm û şerên ku pergala mêrsalar diafirîne jinan, gelan ji cih û warên wan dûr dixin, wan sirgûnî ernîgariyên cuda dikin, dikin ku penaber rûberî sepanên dermirovî bibin. Li hemberî vê cudakariya bi tewq û gerîneka tundiyê ya bi pergal, em wekî TJA, em careke din soz didin ku em ê bi perspektîfa jîneolojiyê ya ku zanista jinan û jiyanê ye, têkoşîna xwe xurtir bikin.

Pergal bi têkoşîna jinan hesab dide

Em di pêvajoyeke wisa de ne ku êdî hejmara jinên ku di rojekê de ji aliyê pergala desthilatdar a mêrsalar, faîlên mêr ve tên qetilkirin nayê hesibandin. Bi sepanên ku tundiyê meşrû dikin, polîtîkayên zayendparêz û li dijî jinan, qirkirina jinan tê pêkanîn. Di şexsê Şûle Çet, Fatma Altinmakas, Emîne Bûlût, Ceren Damar, Muzeyyen Boylû, Leyla Karaaslan de tevahiya jinên ku ji aliyê pergala serdest a mêrsalar û faîlên mêr ve hatine qetilkirin, tevahiya jinên ku tundî li wan hatiye kirin serhildana me ne, sedema têkoşîna me ne! Di nava vî şerê qirêjî yê ku li hemberî hebûna jinan hatiye destpêkirin de, wek kurdekê û wek jinekê, Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma molayê ve hat qetilkirin jî nîşaneya herî şênber a vê yekê ye ku pergala ku di rewşeke kaotîk de ye encax bi berxwedana jinan û berxwedana gelan dikare hesab bide. Li ser vê bingehê em berxwedana jinan û gelan a li Îranê silav dikin.

Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

 Bi boneya 25’ê Mijdarê em careke din dubare dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan muxatabê yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtin bên çêkirin. Rejîma tecrîdê ya ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û her ku diçe di tevahiya qadên jiyanê de vediguhere teknîkeke rêvebirinê; pirsgirêkên civakî bê çareserî dihêle. Tekane rêya ku li hemberî hişmendiya faşîst a qirker paradîgmaya azadîparêziya jinan ya ku Abdullah Ocalan bi pêş xistiye bi ser bikeve; azadiya wî ya fîzîkî ye.

 Tu kes nikare pêşiya têkoşîna jinan bigire

Em wekî TJA; wek berpirsiyariyeke xwe dibînin ku em îro careke din bi bîr bixin ku hêza herî mezin a ku dê azadiya jinan û azadiya civakê pêk bîne, têkoşîna jinan a enternasyonal e. Bi baweriya me ya ku dê li ser bingeha jiyana azadîparêziya jinan dê civak ji tundiyê bê şûştin û bi ruhê têkoşer ê 25’ê Mijdarê em bang li tevahiya jinan dikin ku berxwedan û têkoşînê geş bikin. Soza me ew e ku; tu kes nikare rê li têkoşîna azadiyê ya jinan bigire!

Destpêka Bernameya 25’ê Mijdarê ya TJA’yê;

* Di 11’ê mijdarê de; Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyê di encama reşkujiyê de hat qetilkirin ji Enqereyê,

* Di 12’yê mijdarê de; Ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana ku di serî de jinan û gelên li Îranê dane destpêkirin, ji navçeya Qelqelî ya Wanê,

* Di 12’yê mijdarê de; Li hemberî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî jinên kurd ên pergala mêtînger a mêrsalar ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê dê bername dest pê bike.

Em wekî TJA, di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê de, her roj û her saetê; li hemû qadên ku em lê ne û li kuçeyan; li meydanan û taxan em dengê xwe bilind bikin, berxwedanê mezin bikin û kêlî bi kêlî em ê qadên ku jin tê de azad dibin bihonin.”

Piştî parvekirina deklarasyonê jinan dowîzên “Çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Dûvre sînevîzyona ku behsa têkoşîna jinan dike hat nîşandan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê