4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya me careke din hat astengkirin

Hejmara 151’emîn a rojnameya me dema ku wê ji Stenbolê re bihata şandin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Rojnameya me Xwebûn ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekane rojnameya ku bi kurdî weşanê dikê ye. Belavkirina rojnameyê me ya hejmara 151’emîn careke din ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Polîs pêşî li otobusa ku rojnameyê dibir Stenbolê girt û gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameyê nebe. Piştî polîsan gef li otobusê xwar, rojname ji otobusê hat derxistin. Polîsan gef li xebatkarê fîrmayê jî xwar û jê re gotine, “hûn vê rojnamê nabin. Heke hûn bibin em ê maşîna we girê bidin.”

Beriya niha jî rojnameya me di 19’ê îlonê de hejmara wê ya 144’emîn dema ku wê ji Mêrsînê re bihata şandin ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin. Her wiha polîsan di 15’ê cotmehê de jî gef li xebatkarên fîrmaya otobuse xwaribûn û destûr nedabûn ku rojnameyan bişînin.