spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da

Li navçeya Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî 5 salî xist.

Duh bi şev li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiya ya Şirnexê zarokê 5 salî Y.Y. dema li pêşiya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê xist. Li ser banga welatiyan, ambulans hate cihê bûyerê û Y.Y. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat zanîn ku hestiyê pişta Y.Y. şikestiye û li dijî xetereya çûyîna xwînê ya hundir, sewqî nexwşxaneyeke taybet a Xarpêtê hate kirin.

Me xwe gihand malbata Y.Y. û malbatê bûyer weke “qeza” bi nav kir û da zanîn ku tedawiya zarokê wan a li beşa lênihêrîna awarte didome.