18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sine girtina 2 melayên kurd hat şermezarkirin

Li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê doh bi şev ji bo protestokirina girtina 2 melayên kurd ji alî hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve, dest bi xwepêşandanên girseyî hate kirin.

Ev her du melayên kurd wekî gelek mela û alimên din ên sunî di axaftin û xutbeyên xwe de piştgiriyê didin xwepêşandanên ku li seranserê welat belav bûne.

Li gorî vîdyoyên ku li ser malperên civakî hatin belavkirin xwepêşandêran dirûşmên li dijî rejîmê avêtin û piştgiriya xwe ya bi melayên xwe re destnîşan kirin.

Xwepêşandêran li kolanan agir pêxistin û dirûşmên wekî : “Kolan yên me ne”, “Bimre Xamineyî”, “Bimre dîktator” û “Ev şoreş bi ser ket.” qîriyan.

Xwepêşandêran çend kolanên bajarê Sine ji trafîkê re girtin û bi avêtina dirûşmên “Bimre Xamineyî”, “Bimre zalim çi şah be, çi rêber be”, û “Kurd û belûç birayên hev in” ji bo meleyên girtî slogan avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandanên vê carê piştî girtina herdu melayên kurd “Luqman Emînî û Îbrahîm Kerîmî Nanallah”,yên ji alî hêzên ewlekariya Îranê ve hatibûn girtin, dest pê kirin.

Malpera mafê mirovan ya “Hengaw” aşkera kir ku ev her du kes “melayên du mizgeftên bajarê Sine ne” ku dema li ser rêya Merîwan-Senendê bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn revandin û girtin.

Hêjayî gotinê ye ku  “Îbrahîm Kerîmî Nanleh, melayê Mizgefta Nanle li Sine û Lokman Emînî, melayê Mizgefta Çar Yernebî ya Sine ye, di çar mehên borî de piştgirî dane mafên xwepêşandêran û çewisandina xwepêşandêran ji alî saziyên ewlehiyê ve, bi axaftin û weşandina daxuyaniyan şermezar kirine.”