22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Spanyayê hewldana kuştina siyasetmedar Alejandro Vidal Cuadras

Siyasetmedarekî spanyolî Alejandro Vidal Cuadras yê ku têkliyên wî bi muxalefeta Îranê re hene li Madrîdê ji alî kesekî ku li ser motosikletî bû hate gulebarankirin

Polîsê Spaniyayê ragihand ku ew li ser gumana ku destê rejîma Aîranê di vê hewldanê de hebe, radiwestin. siyasetmedarê dêrîn yê spanyolî Alejandro Vidal Cuadras, têkiliyên xwe bi rêxistina Mucahidî Xelq ya muxalifê Îranê re hebûn.

Li gorî rapora Associated Press`ê, ev endamê berê yê parlementoya Ewropayê ku di lîsteya dorpêçên rejîma Îranê de ye, 9`ê mijdarê, li bajarê Madrîdê ji aliyê kesekî ku li motorsîklêtê siwar bû, hat gulebarankirin û di encamê de birîndar bû.

Cuadras li nexweşxaneyê tê dermankirin

Hêjayî gotinê ye ku Cuadras, damezrînerê partiya rastgir WAX, vê dawiyê li paytexta Belçîka Brukselê beşdarî civîneke rêxistina Mucahidên Xelq bû û rexne li rayedarên Ewropayê kiribû ku piştgiriya vê rêxistina ku li dijî rejîma Îranê ye.

Herwiha di destpêka îsal de, Wezareta Derve ya Îranê siza li ser hejmarek kesên nêzîkî rêxistina Mucahidînên Xelq birîbû, yek ji wan kesan jî Alejandro Vidal Cuadras bû. Her wiha rejîma Îranê ew bi “piştevaniya ji teror û komên terorîstî” tometbar kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku medyaya Îranê partiya WAX ya bi serokatiya Alejandro Vidal Cuadras bi wergirtina “pereyên terorîstan” ji Rêxistina Mucahidên Xelq tawanbar kiribû.

Serkirdeya rêxistina Mucahidên Xelq Meryem Recewî li ser hewla kuştina vî siyasetmedarê spanyolî li ser rûpela xwe platforma “X”ê ragihand ku, gumanbarê sereke yê vî “sûcê terorîstî” rejîma faşîst a Îranê ye.  Her wiha banga dadgehkirin û cezakirina planger û sûcdarên vê hewldana kuştinê kir.

Polîsên Spanyayê ragehandin ku di lêkolînên xwe de dê hemû aliyên vê dosyayê binirxînin, ji wan jî pêwendiya vî siyasetmedarê berê bi rêxistina Mucahidên Xelq a dijberê rejîma Îranê re.