30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêngava azadiyê di mehekê de li cîhanê belav bû

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji  pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di nav mehekê de li 6 parzemînan û 105 navendan belav bû

Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan pêngava navneteweyî bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî′′ bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandin.

Hemû beşên civakê tev li pêngavê bûn

Li gorî nûçeya lêkolînê ya Ajansa Hawarê (ANHA) bêngav di mehekê de li 105 navendên cîhanê belav bûye. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî li pêngavê xwedî derketin. Wekî feylozof Slavoj Zîzek, parêzvanê mafên mirovan Atty. Melanie Gingell, ji Zanîngeha Cambridge Dr. Jeff Miley, Margaret Oven, hevserokê Sendîkaya Unite The Union Simon Dubbins, feylesof Dr. Jason Dockstader, rêveberê Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) Motlasi Tsubani, rojnamevana Japonî Ikuko Katsumata, senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhiannon, parlementera Partiya Keskan Abigail Boyd, mele Bill Crews, çalakvanê siyasî Soreti Bulbula Kadir, ji Zanîngeha Arîstoteles û Zanîngeha Makedonyayê Andreas Taksîs û hwd. tevlî pêngavê bûn.

Li 105 navendan belav bû

Pêngav li 74 navendên cîhanî dest pê kir û di demek kurt de 105 navendan derbas kir. Pêngav li parzemînên Asya, Ewropa, Amerîkaya Başûr, Bakurê Amerîka, Okyanûsya û Afrîka jî belav dibe. Heta niha bi kêmanî 31 welat û bi sezan sazî beşadar bûne. Hin welatên ku beşdarî pêngavê bûne ev; Nîjerya, Bangladeş, Japonya, Fîlîpîn, Myanmar, Kenya, Afrîkaya Başûr/Swazîland, Almanya, Îngilîstan, Skoçya, Wales, Îrlanda, Fransa, Belçîka, Swîsre, Îtalya, Swêd, Danîmarka, Norwêc, Awistralya, Avusturya, Arjantîn, Spanya/Bask /Katalanya, Slovenya, Qibris, Yewnanîstan, Kolombiya, Ekvador, Rojhilatê Tîmor. Di heman demê de li çar perçeyên Kurdistanê bi hezaran sazî û kesayet beşdar bûn.

Di çarçoveya pêngavê de li bajaran, kolanan, keştiyan, pêşiya avahiyên NY û saziyên navneteweyî semîner hatin dayîn, kon hatin dayîn, meş û civîn hatin lidarxistin, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin nasandin, standan hatin vekirin, her wiha  çalakiya zincîra mirovan hatin lidarxistin.

Di mehekê de tevlîbûn û çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ji aliyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Komelên Jinên Kurdistan (KJK), Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê (KCKD-E), Kongra Gel, Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Komela Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) pêngav hat pîroz kirin.

* 10`ê Cotmehê yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Unite The Union tev li pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bû.

* 14`ê Cotmehê, 28 rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên Ereb bi daxuyaniyekê tev li pêngava cîhanî bûn.

* 14′ê Cotmehê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl, civakî, partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, Kongra Star, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes beşdarî pêngavê bûn.

* 14`ê Cotmehê li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

* 16 Cotmehê li bajarê Chennaî yê girêdayî Hindîstanê gelek saziyên Tamîlî piştgirî da pêngavê.

*19`ê Cotmehê Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

* 22`yê Cotmehê şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Meclisa Îştar beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

* 28`ê Cotmehê koma ku ji 78 kesan pêk tê, li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” ragihand û banga rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.

* 29`ê Cotmehê li Amedê 172 saziyan deklarasyonek bi navê ‘Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê’ aşkera kir û got, “Roj ew roj e ku Abdullah Ocalan karibe yekser xwe bigihîne gelan.”

* Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di keştiyekê de çalakî li dar xist.

* 2`yê Mijdarê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê da û xwest ku tecrîd tavilê bi dawî bibe.

* 2′yê Mijdarê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parlamenterên wan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê da.

* 2`yê Mijdarê Yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ji aliyê 95 sazî û tevgerên ciwanan ve li Parîsê dest pê kir û 3 rojan dom. Ciwanan piştgirî da pêngavê.

* 8`ê Mijdarê bi munasebeta salvegera çûyîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îtalyayê, li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de hate goitn, ji bo rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê Îtalya erkên xwe bi cih bîne.

Xebatên siberojê

*Li Kurdistanê û seranserî cîhanê dê meş, civîn, semîner, panel, stand û çalakiyên konvedananê berdewam bikin.

* Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û tevgerên ciwanan ên enternasyonalîst wê di 11 û 12’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 13 bajarên Ewropayê bimeşin.

* Li dijî tecrîda li Îmraliyê wê 18’ê Mijdarê ber bi navçeya Gemlîkê ya girêdayî Bûrsa yê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

* Di 18`ê mehê de ji bo pêngavê û 30′yemîn salvegera qedexekirina PKK′ê ji aliye Almanya ve wê li Berlînê meşa mezin bê lidarxistin.