27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li şûna ku li ser navê Ocalan biaxivin, bila bihêlin ew bi xwe biaxive’

Rêberê PKK’ê Abbdullah Ocalan ev 23’ê sal in di bin tecrîdeke giran de li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Di 25’ê adara 2021’ê  de bi telefonê birayê xwe re axivî, ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve jî parêzerên wî agahiyê jê nagirin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin.

Li gel vê yekê jî serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan di 12’ê çile de komcivîna partiya xwe gotibû ‘Ew ê li Edîrneyê wê hesabên mezin bide yê li Îmraliyê’. Herî dawiyê jî duh bi şev tevlibûyê de careke din têkildarî Ocalan nirxandin kirin û wiha got: “Esas divê mirov wê ji Ocalan pirs bike.”

Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî gotinên Erdogan ên der barê Ocalan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û xwest ku demildest malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Mehmet Ocalan, bertek nîşanî nirxandinên li ser navê birayê wî tên kirin dan û wiha got: “Bila bihêlin ew bi xwe biaxivive, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike.”

Mehmet Ocalan ê qala axaftinên Erdogan ên demên dawî kir û anî ziman ku şûna dê li ser navê birayê wî biaxivin, divê bi awayê hiqûqî bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk were û got: “Serokkomar siyasetê dike. Çi li wir diqewime em nizanin. Hemû têkiliyên me yên bi Îmraliyê re hatine qûtkirin. Li Girava Îmraliyê mafên qanûnî, demokratik hatine xespkirin, tune hatine hesibandin.”

Ocalan, destnîşan kir ku şirovekirina li ser kesekî ku dengê wî tê qûtkirin ne rast e û bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk were. Ocalan, anî ziman ku hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi hinceta şewba vîrûsa koronayê tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Lê rastî cuda ne. Vê herkes jî dizane. Carek du caran wî bi xwe bi lêv kir ku beriya malbatan divê pirsgirêka hiqûqî bi parêzeran re were çareserkirin. Heke ser vê yekê were axaftin wê rast be. Ji tu tiştî agahiya me nîne. Agahiya me jê nîne ku dijî an na. Mafên Ocalan ên hiqûqî hene, divê pirsgirêka hiqûqî were çareserkirin. Heke ev neyê kirin di fermiyetê de tu nikarî tiştekî bikî. Ev ne pirsgirêkeke 5-10 deqîqeyan a hevdîtina malbatê ye. Divê ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin, pişt re malbat biaxivin. Ev mafê herî demokratîk e.”

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji bo Ocalan bikare fikrên xwe aşkere bike divê hevdîtin pêk werin û wiha pê de çû: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast eve. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike. Hevdîtina malbatê mirovî ye lê parêzeran hiqûqî ye. Heke bi rêya parêzeran hevdîtin pêk were, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike. Lê ya herî bi tendurist ew e ku ew bi xwe biaxive.”

Mehmet Ocalan, bi lêv kir ku dixwazin bi birayê xwe re hevdîtinê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke malbat dixwazin hevdîtinê bikin. Ev mafê me yê herî demokratîk û qanûnî ye. Em bi awayî hiqûqî jî dixwazin ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin.”