10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li fezayê studyoya yekem a filman

Şirketa bi navê ‘Space Entertainment Enterprise’ (SEE) ya Ingilîzî diyar kir ku ew ê di meha qanûn de 2024’an de li fezayê stûdyoyeke filman ava bikin. Her wiha difikirin ku di warê çalakiyên werzîş û turîzma fezayê de jî plato û mekanên nû ava bikin.

Şirketa SEE di nav şert û mercên ku ewê erdkêşî qet tine be de stûdyoya filman li fezayê ava dike û dê ev stûdoyo li Axiom Station were ava kirin. Axiom Station milekî tîcarî yê ‘Îstasyona Navneteweyî ya Fezayê’ (ISS) ye. Dê li gel stûdyoya filman mekanekî jî bo werzîşê jî were ava kirin ku ev mekan 400 kîlometre dûrî dinyayê ye.

Space Entertainment Enterprise, çêkeriya filmê Tom Cruise yê ku ew ê îsal li fezayê bikêşe jî girtiye ser milê xwe û li gor texmînan dê di sala 2024’an de platoya film ya li fezayê jî bi dawî bikin. Dê li vê platoyê çalakiyên sînema, televizyon, muzîk û werzîşê pêk werin.

Kesên bixwazin li fezayê projeyan pêş bixin û hilberînin bi riya vê platoyê dê karibin projeyên xwe bibin serî.