5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê peyamên bi rêya fûzeyan

Di dema ku partiyên Iraqê xwe ji avakirina hikûmeteke nû re amade dikin de, aliyên ku encamên hilbijartinan ne li gorî dilê wan bû serî li rê û rêbazên tevliheviyê didin. Her dawî beriya çend rojan êrîşeke bi fûzeyan li dijî mala serokê parlamentoyê Muhemed Helbûsî pêk hat.

Ev êrîşa li dijî Helbûsî ya piştî demeke kurt ji hilbijartina wî ya ji bo careke din serokatiya parlamntoyê bike, pêk hat.

Wekî tê zanîn di hilbijartinên 10’ê cotmeha 2021’ê de aliyê şepêla Sedir bûbû partiya yekemîn û ji 329 kursiyan 73 kursiyên parlamentoyê bidest xistin. Piştî hevpeymaniya bi komên din ên wekî (Teqedum, azim û hevpeymana Kurdistanî re, êdî tev bi hevre bûn xwedî 163 kursî. Bi wê yekê ev hevpeymana nû dikare bi 163 kursiyên xwe bi serê xwe hikûmetê ava bike bêyî ku aliyên din ên li derveyî vê hevpeymanê mane destekê bidin wan.

Partiya Helbûsî jî xwedî 37 kursiyên parlamentoyê ye û ew dîsa ji bo serokatiya parlamentoyê hatibû destnîşankirin.

Ev yek ne li gorî dilê aliyên din ên şîî ye û di dema dawî de gelek tevlihevî kirin. Yek ji wan hewldanên nerazîbûna ji avakirina hikûmetekê bi vî rengî herî dawî êrîşî li dijî mala Helbûsî bû.

Aliyên şîî yên alîgirên Îranê nerazîbûnên xwe  û peyamnên xwe bi rêya êrîşên bi fûzeyan pêk tînin û metirsiya ku dîsa tevlihevî û alozî li Iraqê dest pê bikin, heye.