2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Til Koçerê ji bo azadiya Ocalan meşiya

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Meş li têketina navçeyê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mitîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Xedan axivî û wiha got: “Em tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Dewleta tirk bi vê siyaseta xwe li dijî gelên azadîxwaz û rêber Abdullah Ocalan nikare me ji têkoşînê û şopandina rêya rêberetî bide alî.” Beşdaran berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û dirûşmeyên “Azadî ji bo Ocalan, Na ji tecrîda li Îmraliyê re” berz kirin.