17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin

‘Nobeda Edaletê’ ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin dewam dike. Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê nobeda xwe dewam kirin. MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çûn ber girtîgehê û beşdarî daxuyaniyê bûn.

Dayika Ciwan Boltan Nazime Boltan da zanîn ev 7 meh in daxwaza wan ew e ku girtî demildest bên berdan. Nazime Boltan bal kişand ser mijara netedawîkirina girtiyên nexweş û wiha got:”Girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên tedawîkirin. Berdin em ê tedawî bikin. Zarokên serokomar û wezîrê dadê jî hene. Bila xwe têxin dewsa me. Bila destên xwe daynin ser wijdanê xwe. Pirtûkên em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Zilma li girtiyan tê kirin li dayikan tê kirin. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”

Piştre Xwişka Abdulselam Guler Înci Guler axivî û got:”Hinek girtiyên ev 30 sal in di girtîgehê de ne û tevî cezayê wan qediyaye înfaza wan hatine şewitandin hene. Her wiha rewşa girtiyên nexweş ên em daxwaza berdana wan dikin her diçe giran dibe.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq hiqûq edalet’ bi dawî bû.