4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçberên Girê Spî: Bi lîstikan neyên xapandin

Bi sedan Koçber li qada Kampa Koçberên Girê Spî kom bûn û hewldanên dewleta tirk ên guhertina demografiya herêmên wan şermezar kir. Koçberan bang li penaberên Sûriyeyê kir ku bi planên mêtîngeriyê neyên xapandin.  Koçberan bang li civata navneteweyî kir ku vegera bi ewle ya hemû penaberan mîsoger bike. Rûspiyên kantona Girê Spî, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û koçberên kampê tev li çalakiyê bûn. Li ser navê koçberan Salih El-Hecî daxuyanî xwend û plana dewleta tirk şermezar kir. El Hecî anî ziman ku dewleta tirk bi vê planê armanc dike fitneyê di navbera sûriyeyiyan de derxîne û bang li penaberan kir ku bi vê planê neyên xapandin.”

Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê gulanê de, dersînorkirina komeke penaberên sûriyeyê  yên li Tirkiyê bi rêya dergehê Girê Spî yê sînorî û şandina wan ber bi Sûriyê ve, belge kiribû.

Piştî dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, zêdetirî 100 hezar welatiyên kantonê û gundewarê wê bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji wan 6 hezar û 43 koçber li Kampa Koçberên Girê Spî bi cih dibin, yên din jî li bajarên Reqa û Tebqa û gundewarên wan bi cih dibin û di nav şert û mercên dijwar de dijîn.