1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanan li dijî êrîşan konên çalakiyê veda

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê li dijî êrişên artêşa tirk û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di 16’ê gulanê de çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Konê çalakiyê li aliyê bakurê navenda navçeya Dirbêsiyê ya nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojava de hate vedan. Kon bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gerilayên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn pankartên bi nivîsên “Dem dema azadiyê û bijî berxwedana gerîla” hate xemilandin.

Îro jî li navçeya Şêranê ya Kobanê, bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li dar xist. Ji Kongreya Star, Saziya Çand û Hunerê ya Baqî Xido û partiyên siyasî gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakger Firyal Temî daxuyanî da. Firyal Temî bal kişand ser seferberiya ku bi pêşengiya tevgerên ciwanan beriya 20 rojan hate ragihandin û anî ziman ku ciwan deyndarê gerîla ne.

Firyal Temî anî ziman ku dewleta tirk a dagirker bi çekên qedexekirî yên kîmyewî êrişî gerîla dike û PDK jî piştgiriya dagirkeran dike û wiha got: “Divê her ciwanek tev li seferberiya li dijî dagirkerî û xiyanetê bibe. Em ji vê derê heta çiyê, gerîla silav dikin.” Çalakiya konvedanê wê heta 2 rojan bidome.