spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê hîperenflasyon heye

Li Tirkiyê pîvanên-kalîteya mirovên cehîl-xeşîm gelekî zêde bûye. Ev xeşîmî jî bûye sedema ku her kes, tenê wesifê reîs Erdogan bide. Ev jî bûye bingeha karbidestiya montaj û marketînga rantê. Mirovên bi kalîte, jêhatî û jîr ji Tirkiyê direvin.

Tirkiyê di hiperenflasyonê de digevize. Wezîrê karê aboriyê û rayedarên desthilatdariya yek zilamî çiqasî hewlbidin û bêjin; “Turbulansa welat gelekî baş e” jî  nikarin welat ji prensîbên “dewleta biçûk û têkçûyî” rizgar bikin.

Bi hezaran gel, li kolanan dikine hawar!…

Tirkiyê di nava sed salî de, ji bo gelê kurd bîrdojên “DOJEHE” û “TEVNEPÎRKE”  kirin pratîkê û weke bingeha helandin û tunekirinê bikaranîn. Lê gelê kurd, ji destpêka dîroka mirovahiyê û heta îro, teslîmî poltîqeya dagirkeran nebûye, di nava sedsala Komara Tirkiyê de jî bi 29 berxwedanan ev rastî nîşan daye.

Îro jî, li dijî xeta kesk a “abad” û “salat” ku wateya wan baş nizanin, yan jî dizanin lê gel dixapînin, gelê kurd bi xeta sor ya azadiyê de têkoşînê dike. Gelê kurd, gihaye qonaxa ku şoreşa gelên demokratîk kiriye pratîkê û dewleta tirk diheje!.

Tirkiye, hem di aliyê civakî, siyasî, aborî de û di aliyê zanistî de diheje. Dîrokzanên tirk, întalîjansiya ku kirasê nijadperestiyê li xwe kirine jî, nikarin bi edebiyata “Qelaçên Asya dûr”, yanî “bozqirên orta Asya” û wesîfdana şeristaniya Timurleng, Tirkiyê ji têkçûnê rizgar bikin.

Ez nabêjim wê dewlet têk biçe, lê sahîh e ku sîstema Turk-î Turan û sîstema yekzilamê epîlepsîk û gurê pîr, wê li erdê yeksan bibe. Rayedarên desthilatdariyê, çiqasî di aliyê îktîsadî û îstatîkî de jî hejmaran bi werimînin jî, nikarin xwe ji “prensîbên dewleta biçûk” rizgar bikin.

Çi ye “dewleta biçûk”? li cîhanê dewleta herî zêde deyndar e!… Yan jî û eger, kîrêya malake mutewazî ji mûçeya karmendekî, karkerekî zêdetir be, tê wateya ku ew dewlet, bi nexweşiya “êşa zirav-tubekuloz”, yan jî bi “êşa harbûnê- quduz” ketiye. Ji xwe li kolanên bajarên Tirkiyê, rewşek bi vî rengî heye

Dewleta biçûk; Yek, çolîstanek dertketiye holê û “wiha” jî xuya nakin. Du, dewleta, komên çete û hêzên artêşa xwe bi kirê dişîne welatên cûda ye!…  Xala seyemîn jî ew e ku, hunandina aborî û siyasaeta dewletê cih bide bêahlakiyê.

Ev sahîh e ku heta hatina Tirkiyê ji bo şerê qirêj yê li dijî gelê kurd û gelên din xerc bikin, wê nikaribe ji “dewleta biçûk” rizgar bibe.

Sîstema li Tirkiyê jî, li ser îdeolojiya ne îdeolojî ya Gokalp hatiye rûnandin, di çarçoveya fanzatiyên şoreşa kemalîst de, bi îşkdana tenasudî-eskerî ya Înonû û sîstema epîlepsîk Erdogan tê meşandin.  Sîstemek wiha, ne bi xwendina helbestên Erdogan û ne jî, “aktîf aktor” ên weke Mehmet Şîmşek, Hafiza Gaye Erkan,  Hakan Fîdan û Cewdet Yilmaz  çareser nabe.

4 figur ji berhemên Emerîka ne

Axir; durûşmeya “Allahuekber” û birrêna “şamanên arkaîk”, êdî nema dikarin bibin tujikên ku civakan biajon, bi xutbeyên ku bi zorê bi melayan didine xwendîn sîstema zordest li ser piyan bigirin. Radîkalîzm, şerê taybet, toza kimyewî, hejmarên derew yên ku her roj dibêjin hewqas û ewqas ciwanên kurd hatin berteref kirin jî, nikarin teoriya nijadperestiya hişk û zuwa xwedî bike.

Tîpîk romantîzma Erdogan, di muhasebe û otoriteya siyasî û ekserî ya 4 kurdan û zanîngehên ku bûne mabedên selefkarî ye û ev jî nikarin morala komên xelkê ya têkçûyî baş bikin. Belkî ya elîtîstên li dora desthilatdariyê baş bike, ya komên xelkê na!.. Ji ber ku li Tirkiyeyê rant, yanî maksîzasyona kar di ser her tiştî re tê girtin. Bi taybetî şer, hêza rantê, di dibistan, zanîngeh, saziyên tevahiya dewletê de hatine bicihkirin. Doh, çeteyên Fetullah Gulen bûn, îro çeteyên Erdogan-Bahçelî-Hizbulkontra û tarîqatan e!.. Rewşeke dezgehwariya terora dewletê heye û bêyî nirxandinek siyasî, civakî, edebî, zanistî û entelektuelî rewşa Tirkiyê baş nayê fêhmkirin.

Îstatîstîk jî têra rastiya dewleta Tirk nakin

Çima, ji ber ku kompozisyonek yek dengî ya di rengê plaka şikestî de (qawuna şikestî)  heye.

Em pêşî 4 kesên kurd ku çargoşeya sîstema Erdogan in, rêz bikin, piştre vegerin ser bîrdozên “Dojehî” û “Tevepîrkê” ku sed sal in li hemberî gelê kurd bikartînin.

Em nekevin dîroka kurdên ku ji destpêka avakirina Tirkiyê ku îro, erê îro: Yek; Arîkarê Serok Komar Cewdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Aboriyê Mehmet Şîmşek û seroka Banka Navendî Hafize Gaye Xanim, rola maksîmalîst dîlîzîn û textê reîs Erdogan diparêzin.

Lê bi kurtî; Bingeha siyaseta 4 aktorên kurd û kesên li dora wan, pêşî şer xwedî dikin. Ji bo şer jî deynan dikin. Deynên hundir û derve yê Tirkiyê; kem-zêde; 7.5 milyar dolar in.  Her diçe ev deyn zêde dibin û gav bi gav ber bi petexê-îflasê ve diçe.

Em derbas dibin; Bîrdoza “dojehê” û bîrdoza “tevnepirkê” du bîrdozên aborî ne û li hemberî gelên bindest, yan jî li welatên kolonî têne bikaranîn. Her du bîrdoz, komên xelkê feqîr û belengaz dikin û nahêlin ku pêsîra malbatan bigihê hev û zarokên xwe bi awayekî baş û rêkûpêk bidin xwendin.

Bîrdoza dojehî, navê wê li ser e û komên xelkê dikine dojehê.

Bîrdoza tevnepîrkê jî komên xelkê dike nava tora birçîbûnê, bêkarî û lewaziyê.

Bîrdoza tevnepîrkê navê xwe, ji teva kêzika-pîrê digire. Pîra ku tevnê li devê şikeftan û qul û qewêran çêdike ji bo nêçîra kozikên biçûk bigire û bixwê ye.

Di literature aborî de, ev her du bîrdoz ji zanîngehan de têna xwendin û fêrkirin. Sed sal in ev her du bîrdoz li dijî gelê kurd têne bikaranîn. Dema avakirina komarê, alîkariya ji bo çêkirina fabrîkayan ji Tirkiyê de dihate dayin. Yek lîre ji bo bakurê Kurdistanê ne hate veqetandin û ne hate şiyandin. Ji bo yek febrîqa li Erzinganê bê avakirin pêşniyaz hate kirin. Mareşal Feyzî Çakmak li dijî wê jî  derket.

Di nava kevanê (parantêzê) de bêjim; yekemîn car, li dijî her du bîrdozên ku Îngîlîstanê li Hindistanê kirin paratîkê, Gandhî li dij derket û bang li gel kir ku li malên xwe dezgehên kar avabikin. Wî jî dest bi rista dolabê kir.

Duyemîn kesê li dijî her du bîrdozan derket Abdullah Ocalan e. Ocalan got: “Divê gelê kurd di aliyê aborî de, xwe ava bike û nebê koleyê devê deriyê dewletê.”

Dabaşeke din, “alîkariya ji bo malbatên xizan” û deyndariya biçûk a ji bo karkirina malbatan,  yan jî bo kesên xizan e. Ev jî ji aliyê akademisyenekî (Prof) ku  li Hindistan û Pakîstanê digeriya û 25 dolar dane jinekê ku selikan çêdike, dest pê kir. Piştre wî profesorî pêşniyaz bire  rastmaliya navnetweyî û pêşengî kir ku bankayek bê avakirin. Vê bankeyê deynên biçûk dane kesan û wan kesan jî rojane amûr çêkirin û li bazaran firotin û debora xwe kirin. Ya balkêş ew e ku, îro zêdtir ji 4 milyon mirov deyndarê vê bankayê ne û ji bankayê re kar dikin.

4 milyon mirov ji yek patronî re kar dikin û mûçe nagirin

Yekemîn kesê ku bal kişande ser deyndariya biçûk a malbatan ku sîstemek kolekirin û şelandina keda malbatên biçûk û xizan, Abdullah Ocalan e.

Em dewam dikin: Dîse, li Bakurê Kurdistanê ku çavkaniya goşt, dexl, karbidestiya Tirkiyê ye, biştî şerê taybet ev çavkanî çikandin. Yanî tevir li lingê xwe dan. Mînak jî bajarên wekî Dilok, Mereş, Sêrt, Xarpêtî, Mêrdîn, Erzingan û keriyên pezên koçeran, goşt û hwd, diçûne bajarên Tirkiyê. Piştî şerê taybet ku koçerî hate kuştin, Tirkiyê, mecbûr ma, goşt ji derve bikire.

Ev mijarek berfireh e û em derbas dibin

Ya balkêş, di van rojên ku hilbijartinên herêmî di rojevê de ye, tenê Erdogan diaxive û dabaşên xwe, her tim li ser “gelek terorîst hatine kuştin” dimaşîne ye. Ev jî dide xuya kirin ku li Tirkiyê edaleta civakî nine û tê wateya ku demokrasî hatiye berterafkirin..

Baş e li welatekî ku edaleta civakî nebe, demokrasî nebe; gelooo dewlet wê bi hejmarên matematîkî û guhertina hejmarên îstatîstîkî çiqasî dikaribe ji wêranzariyê rizgar bibe? Eger afirgerî, hilberîn nebe, hatina salane jî ji şer re biçe, tovê waweylê ye!..

Mehmed Şîmşek weke aborîzanekî ku hîna doktora nekiriye, lê dibêjin navê wî di  kovarên navdar yên “Foreîn Polcy” û  “Emerging Markets” derketiye, lê min nedît, wê bi kîjan  bîrdozê  hîperenflasyona Tirkiyê baş bike? Gelo ew ê dikaribe sînorên Keynes derbas bike, yan jî di çarçoveya pêxemberê karsaziyê Milton Friedmen de serketinê bidestbixe?  Qîrên Erdogan ku dibêje, di aliyê karsaziyê de Tirkiyê firiye qatê heftan yê ezman wê dikaribe rast derxîne?  Zor e, gelekî zor e!..

Dewleteke ku di bin navê ewlekariyê de artêşên çete ava dike, qirkirina gelan dike prensîbên habûna “abad” û wateya “abad” jî, wateya “sala-lîmêj”ê jî nizanin, ji hîperenfelasyonê rizgar bike? Wezîrê karên aboriyê Mehmet Şîmşek, berî çend rojan got; “Divê em teserrufê bikin. Wek di Lavêje tê gotin; “weylik li mala me be“ Çima ti nabêje, em di mesrefa şerê taybet de teserrufê bikin? Wek kurd dibêjin, gelo ev ne rîtalî ye?

Ev polîtîqaya monotarîzmê ye û Mehmet Şîmşek jî di lêgerîna rastmalên navneteweyî de wê nikaribe kesî bixapîne, û nikaribe rastmalê biyanî bike çavkaniya şerê taybet.

Bank of Emerîka, di rapora salane de dibêje, têkçûna banknotên Tirkiyê û enflasyona li Tirkiyê ji kontrolê derketiye. Edî her kes dibîne û dizane, paradigmeya Erdogan a “tekno-ekonomî” ku zavayê xwe, S. Bayraktar derdixe pêş, meşka pifdayî ye. Teknolojî bixwe navê azadiyê ye, Pêdiviyê bi zanista kumulatîf û berdewamî dibîne.  Xwedî hêza guhertina civakan û kedkaran e; li ser bingeha ekonomiya li gorî civakan pêşketî û çarçoveya azad de dikare pêk werê. Ev rastî ji sîstema Erdogan a çil haramiyan bi gelekî dûr e.

Bidestxistina argumentên dewleta demokratîk, bi fitneya navbera gelan, cihêkarî û dijminantiya li dijî kurdan hîperenflasyona li Tirkiyê çareser nabe. Erdogan û zewatên li dora wî, dixwazin di sedsala duyemîn a komarê de, bi fikrê “batinî-yezîd-çil haramiyan” yan jî bi hişmendiya macerapesrtiya Jules Verne, cîhanê fetih bikin.

Paradigmeyan di sînema Erdogan de birîndar bûne, xwînê dimîzin, dermanê wê jî çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ne mijara me ye, lê em bêjin; balkêş e, di pitûka pîroz ya Zerdesht de, gotina “hazarak” heye. Erdogan jî vê “hazarak” û kuştina ciwanên kurd ji bo kursiyê xwe ye “abada” bikar tine. Sîstema Erodgan, “katolîzm” a sedsala navîn e, aboriya Tirkiyê jî kadastrof e û bedeneke li ser kevirê teneşîrê ye.

Rojnameya Italya Giornale, ji bo Erdogan gotina ”sultan”’ bikaraniye. Ev tê wateya “oryantal despotîzmê”, despotizm jî mahkumê têkçûnê ye.