18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê Newrozê dest pê kir

Welatiyên li Wanê qada Newrozê bi piranî dagirtin her tim ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşmeyan berz dikin. Herîkîna bi deh hezaran kesan a li qadê didome.

Li Wana ku li herêma Serhedê bû navenda pîrozbahiyên Newrozê, qad bi piranî tejî bû. Bi hezaran kesan danê sibehê ber bi Parka Newrozê ya li quntara Keleha Wanê ve herikîn. Bi hezaran kesên tevî barîna baranê ji gund û navçeyan hatin bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qadê ve meşiyan. Li dora qada Newrozê standê xwarin û vexwarinê hatin avakirin. Welatî ji ber barîna baranê ya demekî dirêj xwe stareyî kamelyayan kirin. Li gel piştî demekê hewa vebû, qadê dest bi tejîkirinê kir.

Posterê Ocalan hat vekirin

Ciwan bi pankarta “Ciwan ber bi rojê ve dimeşin” ketin qadê û kûle ava kirin. Li qada ku posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Partiya Çep a Keskan û pankartên HDP’ê lê hatin vekirin, coşeke mezin heye. Ketina qadê ya bi deh hezaran didome.

Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Edîbe Babûr û Sedat Duşunmez gel silav kirin.