5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî ji bo AKP-MHP’ê dixebite

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê de, ji niha ve ketiye nava tevgerê. Tê gotin ku di çend rojên borî de Barzanî li gel hin serokeşîr û kesên dijberê gelê kurd hin hevdîtin pêk anine.

Wê di 14’ê gulana 2023’yan de li Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê werin lidarxistin. Li başûrê Kurdistanê jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî soza piştgiriya bi AKP-MHP’ê re da.

Divê çarçoveyê de Mesûd Barzanî ji niha ve ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ketiye nava tevgerê. Li gorî agahiyan di çend rojên borî de Barzanî hin hevdîtin li gel serokeşîr û kesayetên ku li bakurê Kurdistanê dijminahiya gelê kurd dikin, pêk aniye.

Li gorî agahiyan di rojên borî de Mesûd Barzanî li gel serokê eşîra Jîrkî Tahir Adiyaman û sercerdevan Cemîl Oter civiyaye û daxwaz ji wan kiriye di hilbijartinê de piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Her çiqas Tahir Adiyaman piştgiriya AKP’ê û Erdogan dike jî lê beşek zêde ji eşîreta Jîrkî piştgiriya HDP’ê dikin û helwesta wan ji ya Adiyaman cudatir e.

Barzanî di civîna li gel her du kesên dijberê gelê kurd de ji wan xwestiye ku dengê xwe bidin AKP’ê û Erdogan, her wiha ji wan xwestiye ku ji bo serxistina AKP’ê û Erdogan divê di nava hewildanên cidî de bin.

AKP-MHP’ bi ‘Tifaqa Komarê’ tev li hilbijartinê dibin. HUDA PAR a ku berdewama Hizbûlahê ye jî piştgiriya xwe ji Tifaqa Komarî re nîşan daye. Niha jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî tev li eniya piştevaniya ji bo Tifaqa Komarê bûye.

Yanî PDK bi vê pêngavê bi awayekî eaşkera tev li eniya dijberên gelê kurd bûye daku AKP-MHP û Erdogan di hilbijartinê de bi ser kevin. Ji bo vê yekê jî amadebûna xwe ji bo hemû hevkarî û piştgiriya bi AKP-MHP’ê re ragihandiye.

Li gorî zanyariyan, Barzanî li Mesîf ofîseke taybet ji bo kampanya piştgiriya bi AKP-MHP’ê re vekirye û wê heta dema hilbijartinê (14’ê gulanê) ev ofîs bixebite. Her wiha tê gotin ku ji bo vê yekê jî budceyek taybet hatiye veqetandin.

Li gorî agahiyan, Barzanî di civînê de ragihandiye ku di rojên pêş de ew ê li gel hin serokeşîrên din ên bakurê Kurdistanê jî bicive û ji wan daxwaz bike piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Ev ne cara yekem e Barzanî û PDK di hilbijartinên li Tirkiyeyê de piştgiriya AKP’ê û Erdogan dikin. Di hilbijartinên borî de jî Barzanî bi fermî û aşkera bi hemû derfetên xwe piştgiriya AKP’ê û Erdogan kiribû.