spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lihevhatina Enqere û Şamê dê bi kêrî kê were?

Lihevhatinek di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de çêbibe dibe ku her du alî heta radeyekê sûdê ji vê lihevkirinê bigirin lê zelal û aşkera ye ku ew lihevkirin dê bi kêrî gelên Sûriyeyê neyê.

Hevdîtina rayedarên dewleta tirk û rejîma Şamê ya li Moskovayê ku bi armanca normalkirina têkiliyên di navbera her du welatan de rê li ber nakokiyên mezin vekir. Yek ji van nakokiyan daxuyaniyên piştî hevdîtinê bûn.

Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglu got ku ew amade ne herêmên di bin kontrola xwe de radestî rejîma Esed bikin. Bê guman daxuyaniyeke wiha ji alî komên çekdar û xelkên deverên ku di bin kontrola dewleta tirk de ne, rastî nerazîbûnên tund hatin û bi hezaran xelkên wan herêman nerazîbûnên xwe bi xwepêşandanan anîn ziman û dirûşmeyên li dijî dewleta trik û li dijî lihevhatina bi rejîmê re hatin berzkirin.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Parastinê Hilusî Akar jî piştî vê hevdîtina li Moskovayê daxuyaniyeke din da û wiha got: “Em tu car alîkariya xwe ya ji bo xelkê Sûriyeyê (ên herêmên di bin kontrola artêşa tirk de ne) ranawestînin û em dest ji piştgiriya muxalefetê bernadin”.

Dema mirov bala xwe bide daxuyaniya van her du rayedarên dewleta tirk piştî civîna bi rayedarên rejîma Şamê re nakokiyeke mezin derdikeve holê.

Wiha xuya ye ku dewleta tirk wekî dibêjin dixwaze xwe ne ji  dêrê bike û ne jî ji mizgeftê û ev yek bi nakokiya di navbera daxuyaniya her du rayedarên tirk de derkete holê. Yek ji wan dixwaze rejîma Şamê razî bike yê din jî dixwaze komên çekdar û xelkên li deverên di bin kontrola dewleta tirk  de razî bike.

Ev her du daxuyaniyên binakok yek ji wan dilê rejîmê xweş dike ya din dilê muxalefeta girêdayî dewleta tirk xweş dike. Lê di encamê de ev kar wiha naçe serî û dê dewleta tirk nikaribe her du aliyan bi hev re razî bike.

Ev lihevhatin bi kêrî kê tê?

Lê ji aliyekî din ve dema mirov wekî xelkên Sûriyeyê van hevdîtin û nêzîkatiyên di navbera dewleta tirk û hikumeta Şamê de bibîne û baş binirxîne, mirov digihê wê baweriyê ku encamên dewleta tirk dixwaze dê bi kêrî rejîma Esed jî neyê.

Rejîma Esed dixwaze çawa berê ew komên çekdar bi lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta tirk de ji gelek bajarên Sûriyeyê derxistin û ew li Idlibê kom kirin, dîsa van deverên di bin kontrola wan koman de radestî rejîmê bike.

Dewleta tirk jî dixwaze bi bi çi bedelî dibe bila bibe pêşî li statuya kurdan bigire û nehêle li Rpjava bibin xwedî statu. Ji xwe ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de dewleta tirk xwest bi riya van komên çete pêşiya vê yekê bigire. Lê dema ku ew rêbaz neçû serî, bi artêşa xwe destwerdan kir û gelek bajarên Sûriyeyê dagir kirin.

Razemeniya ji bo hilbijartinan

Tirkiye bi van hevdîtinan dixwaze di serî de destkeftiyên Rojava têk bibe. Her wiha dixwaze bi riya têkiliyên bi rejîmê re xwe ji mijara penaberên li ba xwe xilas bike. Lewre hilbijartin li pêşiya vê hikumetê ne û divê bi riya êrîşekê li ser rojavayê Kurdistanê û çareserkirina mijara penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dimînin, ji xwe re wekî razemeniyekê ji bo hilbijartinan bi kar bîne.

Bi kurt û kurmancî heke lihevhatinek di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de çêbibe dibe ku her du alî heta radeyekê sûdê ji vê lihevkirinê bigirin lê zelal û aşkera ye ku ew lihevkirin dê bi kêrî gelên Sûriyeyê neyê û zirareke mezin bide hemû pêkhateyên gelên Sûriyeyê.