11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîsa Çalan: Berxwedan tirsê dûr dike

Hunermend Lîsa Çalan k udi komkujiya 5’ê Hezîranê de piyên xwe winda kiribû, diyar kir ku dozên ku der barê komkujiyê de vekirine didomin û ev tişt got: “hewl dan ku di nava gel de tirsekê ava bikin. Lê bi ser neketin. Dema berxwedan hebe tirs diçe.”

Desthilta AKP’ê ji ber ku di pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê de li ber têkçûnê bû bi hevkariya DAIŞ’ê êrîşên bombeyî pêk anî. Bi taybetî mîtîngên HDP’ê de êrîşên bombeyî pêk anî û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Ji van êrîşan yek jê êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîran 2015’an bû. Di vê êrîşê de 5 welatiya jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran yek jê hunermend Lîsa Çalan e.

Hunermend Çalan ji her du lingên xwe bûbû, ji bo protezên lingên xwe çû Awusturalyayê û li wir tedawî dît. Çalan niha li Enqereyê dijî der barê bûyerê û doza xwe de agahî da rojnameya me.

Çalanê got ku vê bûyer bandoreke neyînî li ser jiyana wê çêkiriye wiha got: “Ji sala 2015’an heta niha gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mam. Ji ber ku tiştên em jiyan rewşeke gelek nebaş bû. Li welatê me êrîşên pir mezin qewîmin. Desthilatê bi qeyûman şarderiyên me desteser kirin. Li gelek deveran hevalên me hatin girtin û gelek jê jî ji neçarî derketin derveyî welêt. Me pêvajoyeke bi êrîş û tundiyê derbas kir.”

Li ber xwe didin

Çalan bi bîr xist ku li ser bûyerê 9 sal derbas bûne û wiha pêde çû: “Bi van êrîşan hewl dan ku di nava gel de tirsekê ava bikin. Lê bi ser neketin. Dema berxwedan hebe tirs diçe. Li hemberî van êrîşan bi motîvasyoneke mezin em li ber xwe didin. Min jî qet dest ji bexwedanê berneda û heta dawiyê ez ê li ber xwe didim. Lê dema ku mirov bi civakî bifikire motivasyona civakî jî ketibû. Ji ber vê jî ev hilbijartina borî ji bo me gelek girîng bû. Weke perspektîf, felsefî û hunerî dibe ku mirov bêhtir baldar be û baştir li ser kêmaniyan bi fikire. Birîndarên 5’ê Hezîranê gelek xwe bi tenê hîs dikin.”

Huner girîng e

Di berdewamiyê de Çalanê bilêv kir ew ê xebatên xwe yên hunerî li ser zimanê kurdî bide meşandin û wiha domand: “Ez bi xwe jî sînemeger im, ji bo min huner gelek girîng e. Ji bo guherîna civakê çand û ziman mijareke jiyanî ye. Ji ber ku em hemû derdên xwe xemên xwe xwestekên xwe bigihînin hemû cîhanê ev mijar gelekî girîng e. Ez her dem jî hewl didim ku karê xwe bikin û sînemaya kurdî pêş ve bibim. Jixwe karê min a esas jî ev e. Dema ku pêvajo xirab be karê mirov jî bi rê ve nameşe.”

Doz didomin

Di dewama axaftinê de Çalanê li ser doza ku vekirine de jî ev tişt got: “Dozên me hê jî berdewam in, kesên ku êrîş pêk anîn hatin cezakirin lê ev têr nake. Niha dozên polîsan jî berdewam in. Mesela me ne bi tenê ev polîs û êrîşkar in. Navê kê derbas dibe divê bê darizandin û cezakirin. Ancax mirov dikare wisa hinekî rihet bibe. Xuya ye ev tişt wê zêde neguhere ev jî parçeyek ji parçeyên vê qadê ne.”

‘Divê em li qadan bin’

Çalan di dawiya axafitan xwe de got ku me çawa duh li ber xwe dabe em ê îro û sibê jî li ber xwe bidin û bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Heta niha çawa me li ber xwe dabe em ê ji niha pê ve jî ber xwe bidin. Jixwe pergal ji 5 salan carekê tê guhertin, ji bo me tu tiştekî were guhertin tune ye. Me duh çawa li ber xwe dabe em ê îro û sibê jî wisa li ber xwe bidin. Ji ber êdî gelek tişt tev li hev dibin rêbazeke çawa bide avakirin mirov di nav de dimîne. Tişta ku li ser me tê kirin ji bo qada hunerî mirov dikare bêhtir perspektîfên xurt bide avakirin. Bêhtir binivîsin, bixwînin û li qadan bin ancax bi vî awayî em bi ser kevin. Moralê me çiqas xira be ev jî hestekî mirvovî ye û rastiyeke li ber çavan e. Divê ku îdiayên me bêhtir xurt bibin. Pêvajoya me bi pratîka me re eleqedar e. Divê em êdî vê pratîkê têxin meriyetê.”