9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir

Lîstikvana sînemayê ya Îranî Haniye Tavasli, aşkere kir ku Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya her sal li Tehranê tê lidarxistin boykot dike

Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya ji sala 1982’yan ve li paytextê Îranê Tehranê tê lidarxistin, îsal ji aliyê gelek sînamegeran ve tê boykotkirin. Lîstikvana sînema û televîzyonê Haniye Tavasli bi parvekirineke li ser hesabê xwe yê platforma medya dîjîtal Instagramê ragihand ku festîvalê boykot dike

Tavasli ku fîlmê “Çima nagirî?” yê tev li mihrîcanê bû bi bîr xist, di parvekirina xwe de bi gotina “Tevî navê fîlmê jî di nava çend mehên dawî de ez gelekî giriyam û hêza min a zîhnî nîne ku beşdarî festîvalê bibim” qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir. Hunermendan piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên gel ên ji 16’ê îlonê ve ragihand, diyar kir ku tevlibûna fîlmê ne biryara wê bi xwe ye û banga boykotê li şîrketa fîlm kir.