8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstokên qirêj û ambargoya rejîmê ya li ser Rojava

Ev zêdetirî sê mehan e ji aliyê rejîma Baasê ve ambargoyeke giran li ser rojavayê Kurdistanê heye. Ev ambargo bi taybetî li ser Kantona Şehbayê ye ku niştecîhên wê koçberên Efrînê ne. Her wiha ambargo li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmqsûd ên Helebê jî heye. Li van herêman di navbera 200-300 hezar mirov dijîn. Bi taybet jî wek min anî ziman koçberên Efrînê li van herêman dijîn. Rejîma Şamê -wisa xuya ye bi peymanek di navbera wan û dewleta tirk de -li ser herêmê ambargoyekê ferz dike û bi taybet jî bi bendên kontrolê nahêle ku madeyên sereke yên jiyanê û sotemenî derbasî hin herêman bibe. Balkêş e ku ev ambargo bi taybet jî bi hatina zivistanê re ku hemû herêm neçare mazotê ji bo germkirina malan bi kar bîne li herêmê hatiye ferzkirin.

Encamên ambargoyê yên ku derketine holê em dikarin wiha diyar bikin:

– Rejîm nahêle ji bo jeneratoran mazotê derbasî herêmê bibe. Ev bi taybet di zivistanê dikare rê li ber kerasatekê veke û rewşeke gelek xirab derxîne holê. Mînak pêwîstiya Kantona Şehbayê her meh bi 120 sehrîcên mazotê hene, lê belê niha her dû meha carek tenê 20 sehrîcê mazotê dihêlin ku derbas bibe. Gelek malbat ji bo germkirina zarokên xwe neçarin ku alavên wek paç, kinc û kaxezan di sobeyan de bişewitînin. Ev jî rê li ber gelek dûxanên qirêj û xerab vedike.

– Ev zêdetirî sê meh in ku li herêmê ceyran/kehrebe nîne û herêm di tarîtiyê de dijî. Ji ber nebûna ceyranê/kehrebê herêm ji mafên bingehîn ên wek ronahî û agahîgirtinê jî bêpar tê hiştin.

– Hemû jeneratorên ku xizmetê didin – wek li nexweşxane û saziyên xizmetê – bê mazot in û nikarin kar û xizmet bikin.

– Ev bû cara sêyemîn ku perwerdeya li dibistanan tê betalkirin. Gelek kes ji mafê xwe yê xwendinê û ji gelek mafên xwe yên bingehîn bê par tên hiştin.

– Alavên bingehîn ên ji bo nexweşxaneyan pêwîst derbasî heremê nabin û gelek nexweş bi taybet jî gelek zarok nikarin werin dermankirin. Ev bi taybet jî di mehên zivistanê de nexweşiyên înfluenca û şewbên ji sermayê tên. Her wiha li dermanxaneyan jî derman êdî hema bibêje nemane.

– Karên xizmetguzarî jî hema bibêje sekiniye, sarincên avê yên ku ava vexwarinê didin şêniyan sekinîne.

– Heger ev ambargo wisa berdewam bike wê firinên nan jî êdî nikaribin nan bipêjînin û li niştecîhan belav bikin.

Ji van hemû encamên ku bi ferzkirina ambargoyê re derketine holê bê guman dewleta tirk û rejîma Sûriyeye ya dîktatorî berpirsyar in. Bes çawa dibe ku ev 2 dewletên dijmin û dijberî hev -ku heya niha heya bi serokên dewletê wan hev du sûcdar kirine -tên gel hev û peymanan pêk tînin?

Bersiva vê gelek hêsan e; ew jî kurd in. Ji ber ku her dû dewlet jî dixwazin li dijî kurdan pêngavan pêk bînin, hemû rûmet, prensîb û siyaseta xwe bin pê dikin û tên gel hev. Ev jî xuya dike ku dijminahiya wan a li dijî kurdan ji dîrok, prensîb, siyaset û rûmeta wan mezintir e.

Weke ku tê zanîn dewleta tirk a dagirker ev demeke dirêj e li ser esasê dijberî û dijminahiya kurdan dixwaze bi rejîma Şamê re li hevhatinekê pêk bîne. Her çiqas rejîm bê xwestek be jî bi taybet di 2022’yan de bi alîkarî û zextên Rûsya û Îranê her dû dewlet nêzî hev bûn. Ku ev her du alî werin gel hev, ne zehmet e mirov bibîne ku ne li ser xêrê ye û ne li ser hesabê tevahiya welatiyên Sûriyeyê ye.

Ev nêzîkbûn an jî lihevhatin mirov dikare koka wê bispêre heya “Peymana Edenê -1998an” ku di navbera Enqere û Şamê de bi çavdêrî û piştgiriya Misir û Îranê hatibû mohrkirin. Wê demê jî li dijî hebûn û tekoşîna gelê kurd ev peyman hatibû mohrkirin. Bê gûman ev peyman jî pirsgrêka kurd û pirsgrêkên bi Şam û Enqere re kurtir kir û gelê kurd ev peyman wek êrîşa vîna xwe qebûl kir û dît. Ev peyman neket xizmeta gelê Sûriyê û gelên herêmê, berevajî wê encama wê mirov dikare bibêje ku wek keresatekê rû da.

Em dîsa dinerin ku dewleta tirk a dagirker dixwaze vê Peymana Edenê nû bike û her wiha hin kiryarên pratîk jî nîşan dide ku ev peyman bi qismî hatiye nûkirin. Di sala 1998‘an de bi çavdêrî û piştgiriya Misir û Îranê pêk hat niha jî bi çavdêriya Rûsya û Îranê pêk tê. Di destpêkê de bê gûman ev peyman bi taybet li dijî gelê kurd bû lê ev peyman îro were nûkirin wê li dijî hemû gelên Sûriyeyê be.

Dibe ku cih û wext û aktor hatibin guhertin lê armanc nehatiye guhertin. Armanca bingehîn bê guman êrîşa li ser gelê kurd û vîna wî ye. Dewleta tirk ji êrîşên li ser îrade û rûmeta gelê kurd têr nabe. Weke mînak li Kantona Şehbayê 5 kampên koçberan hene ku bi taybet niştecihên wan ji Efrînê ne. Çima gelo bi taybet êrîşî van şêniyan dikin? Ji ber ku ji Efrînê ne. Yanî peyam dide dibêje; ez ê welatê we û axa we dagir bikim û cihê hûn koçber bibin jî ez ê jiyanê li we bikim zindan! Ev barbartî mirov dikare weke kevneşopiyeke dewleta tirk bibîne. Li cîhanê mînaka wê kêm heye, dewlet ku kurdan dikûje, têr nabe, di ser de diçe goristanên wan xirab dike. Ev barbartî jî koka xwe dispêra heya Mongoliyan.

Gelê heremê bêgûman bang dikin ku ev kiryarên rejîmê li dijî biratiya gelan e. Heke ev ambargo berdewam bike, ew ê rê li ber keresateke mirovî jî veke. Ji bo ku keresatek rû nede ne tenê gelê herêmê, divê gelê kurd bi taybet jî başûrê Kurdistanê, Ewropa û koalîsyona navnetewî û hemû cîhan bê deng nemine.

Ji ber ku tu hêz nikare bi êrîş, dijminahî, zext û zor û ambargoyan berxwedana gelê Rojava lawaz bike, ew ê nikaribe vîna gel bişikîne. Bi birçîkirin û tîkirin tu kes nikare vîna gelê kurd bişikîne. Ji ber ku ev ne tiştekî nû ye, ev ne tiştekî ne ceribandiye, ew qas êrîş heya niha li ser gelê kurd hatin lê nikarîbû vîn û îradeya wan bişikîne.