6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ablûkaya li ser civakê

Ablûka yan astengkirin yek ji tedbîrên şer e ku bi mebesta rêgirtina li ketin û derketina yek ji dewletên di şer de li hin an hemû peravên dinê ye. Peyva ablûkayê ji zimanê cenevrî tê. Peyvên hevwateyên wê jî astengkirin û blokekirin in .

Di pênasekirina wê de wisa derbas dibe lê dema mirov ji berpirsên îktîdara Tirkiyeyê bipirse em ne di şer de ne. Nexwe em çima di ablûkayê de ne. Piştî bi dawîbûna “pêvajoya çareseriyê” ji sala 2015’an -heta di wexta pêvajoyê de jî- ve dewleta AKP‘ê bi çêkirina qereqolan xwe bi awayekî xistiye tecrîdê.

Belê, em pirî caran dibêjin dewlet gel dixe tecrîdê lê xwe jî xistiye tecrîdekê. Êdî qereqol, şaredariyên ku dest danîne ser (bi qeyûman), şaxên trafîkê, ewlehiyê, lojmanên ku polîs têde dimînin, qulûbeyên ku notirvan tê de ne û hwd. bi dîwarên qewîn û bilind dorpêç kirine.

Her wiha dema ku wezîr, qeyûm, qeymeqam, walî û serokkomar diçine cihekî bi awayekî zêde kesên ku parastina wan an jî nobedariya wan dikin hene. Êdî ji ber vê yekê trafîkê difetisînin, gel dixine bin metirsiyekê û aciz dikin. Helbet ên ku ji hêla gelê xwe ve hatine hilbijartin nakevine tu mitalayan.

Di demên dawî de û weke ku em nêzî hilbijartinê jî dibin dewleta AKP-MHP’ê hem xwe hem jî gel dixe bin tecrîd an ablûkayeke pirgiran û bi destê polîsên xwe jî vê yekê bi awayekî hovane û bê perwa dike.

Ev, vê pirsê di serê me de çêdike “Gelo ji nêzbûna çûyîna wan e?’’ Polîs bê perwa û bê rêz bûne. Hatine wê astê ku sîleyan li îradeya me, li hevserokê me yê Stenbolê Ferhat Encû bixin. Dizanin ku Ferhat Encû bîra rûreşiya wan a Roboskiyê ye.

Bi her awayî daxuyaniyên me asteng dikin, nahêlin em ji avahiyên partiyên xwe derkevin. Di ser partiyên me de digirin, hevserokên me yên giştî weke Keskîn Bayindir û yên bajarên me yên din dixine bin çavan an zindanan.

Ji kaxizê daxuyaniyên me, ji cîhazên me yên ku em pê dengê xwe digihînin gel, ji dirûşmên me ditirsin. Hema nikarin gel bêdeng bikin, ji ber ku gel “ji xwe bê tirs e’’ ji hebûna xwe natirse.

Helbet vê yekê yekser û bi giranî li ser HDP’ê û pêkhateyên wê dimeşînin. Ji ber vê yekê behsa girtina HDP’ê dikin û dozan lê vedikin. Jixwe me tim gotiye heya ev hêz hebe, ev îrade hebe em natemisin û em dubare dikin HDP ne ji avahiyên biçardîwarî yan ji navan pêk tê.

Mafdar in ku bitirsin, ji ber ku xizanî, êş, elem, şer, bêrûmetî kirine para gel. Dizanin ku gel êdî vê qebûl nake ji ber vê ditirsin. Bila bitirsin.