spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têgihiştina neteweyî û xwenasîn

Bêpariya ji hêst û hişmendî, bêpariya ji nirxên mirovî, neteweyî ye. Lewma jî “Xwenasîn” û “Xwebûn” ji bo mirov ew qas girîng e. Bi teybetî jî ji bo me kurdan ji nan û avê girîngtir e û encama têgihiştîn, xwenasînê ye.

Xwenaskirin, civak û neteweya xwenaskirin û parastina hemû nirxên civak û neteweyî ji bo mirovekî rêgezên jiyanî ne. Ji bo têgihîitina giringiya vê mijarê bi hin pirsan em dest pê bikin û li bersiva rast a watedar bigerin.

Mirov çiqas xwe nas dike? Çiqas têgihiştiyê dem, dîrok û erdnigariya li ser dijî ye? Civak û netew ji bo mirov çima girîng in? Heke hişmendiya civakî û neteweyî nebe dê rewşeke çawa rû bide? Girîngiya xwenaskirin û xwebûyînê çi ye?

Belê “xwenasîn” û “xwebûn”du têgehên xwedî wateyên kûr in. Di hûndirê xwe de aliyê biyolojik, sosyoloji û fizyolojik dihewin ein. Bi dem, dîrok û erdnigariyê ve girêdayî ne. Dahûrandin û veçerîna wan gelekî berfireh û watedar e. Ez ê hewl bidim beyî ku bikevim şolibûnê û ji armancê dûr bikevim, bi zimanekî ku bê famkirin aliyên ji bo mirov, civak û netewekî çi îfade dike vebêjim. Bê guman kêm zêde her mirovekî xwedi raman û têgihiştinê kûrahiya van peyvan baş dizanin. Lê belê di vê çarçoveyê de pêwîstiyeke ku em ( bi taybetî her ferdê gelê  kurd) di şert û mercên heyî de (rewşa têdeyî ya kes û civakê) dahûrandineke kûr li ser xwe û gelê xwe bikin. Ji bo vê jî em dikarin li bersiva pirsa;”xwenasîn” çi ye,em çiqasî xwe dinasin û ji bo çi pêwîstiya mirov bi xwenasiniyê heye?, bigerin. Heke em bersivên rast bidin wê demê em digihêjin wate û girîngiya “xwebûnê” jî.

Di warê biyolojîk de mirov zindî warekî bêhempa ye. Gelek mirovê zanyar û fîlozofên navdar mirovan wekî “gerdûna-mîkro” pênase dikin. Ku em ji vê gotinê derkevin rê gelo mirov çiqas dikare gerdûnê pênase û şîrove bike? Bi milyaran gerstêrk, fezayek bê dawî, hebûn û valahiyeke zindî. Di vî warî de rêberê gelê kurd A. Ocalan dibêje; “ kelmêşek çiqasê dikaribe cihanê şîrove bike, mirov jî hew qas dikare gerdûnê şîrove bike.” Ev jî lêhûrbûneke kûr re vekiriye û mijareke gelek befireh û watedar e. Lê belê hêja ye ku mirov lêhûrbûneke kûr û xurt li ser bike, wateyê bidê û hewl bide fêhm bike. Lewra hest û hestiyariyeke bêhempa bi mirov re dide avakirin.

Aliye sosyolojik ê “ xwenasîn”ê jî cudahiya mirov a ji sewal zindîwarên din radixe ber çavan. Bi vê nirxên mirovî û civakî şênber dibin. Li vir mirov hem dibe avakarê nirxan hem jî parêzvanê wan. Ziman çanda madî û manewî, stargeh, parastin, rêgezên bi hev re jiyane, bawerî û hwd. xalên sereke ne. Ev bi xwe re sazûmanî û kêrhatîbûnê jî derdixe holê. Lewra her berhemên madî û manewî xwedî kêrhatiyekê ne. Çanda manewî li ser ramana bawerî, giyan, hest û hîsan wateyê digire. Ev yek ji dîrokê heta roja me bi malbat, qilan, qewm, eşîr û netewe hatiye. Di heman demê de ev manewiyat raz û rista jiyanî ya civakîbûne ye. Bê guman teybetmendiyên xweser û resen ên çanda manewî jî hev cudahiya netewe û civakan radixe ber çavan. Her wiha rista dem, dîrok û erdnigariyê li ser pêşketina çanda madî, manewî û civakê diyarker e. Heta mirov dikare bêje sereke ye. Lewra hîmên hebûn û xwebûnê di herikîna dîrokê de li ser erdnîgariyeke bi demê re teşe digire. Ji bo mirov û neteweyekê xwebûn resenî û xweseriyê ifade dike. Di heman demê de parastina nirxan ku xwebûnê ava dike jî di asta jiyanî de girîng e. Xwebûna kes li ser hebûn û nirxên civakî û neteweyî teşe digire. Ji bo vê jî “xwenasîn” û têgihiştina neteweyî girîng e. Heke em hinekî wateya neteweyî vebikin; ji bo mirovên ku li ser erdnigariyekê dijîn û wê axê bi hevparî  bi kar tînin ên xwedî dîrok û efsaneyên hevpar ên xwedî çand, xwedî bîr û hişmendiyeke parastina hemû nirxên hevpar ên xwedî aboriyek hevpar, ji bo her ferdî/ê zagonên derbasdar û xwedî navekî diyar re netewe tê gotin.

Bi gelemperî netewe bi van aliyên hevpar tên nasîn. Civakên ku ne xwedî van teybetmendiyan bin wekî netewe yan nayê qebûlkirin an jî wekî civakên ku bingeha wan a neteweyî qels û bê hêz tên pênasekirin. Ji lewre jî ev pîvan û pênaseyên neteweyekî diyar dikin, xwedî rist û girîng e. Heke mirov li ser bingên esasî jî lê binêre yek ji aliyê erdnigarî ya din jî zihnî, yanî hişmendî ye. Ya rast her du jî hev du temam dikin û yek bêyî yekî nabe. Di warê zihnî de her çiqas baweriyeke xurt hebe jî heke qibleya wê baweriyê tune be li hewa dimîn e û bi demê re bê wate dibe. Her wiha heke erdigarî jî hebe û zihniyet tune be ew erdnîgarî jî bê wate dibe. Mînakê vê gelek in, ku em şênber bikin jî; li bakurê Kurdistanê bajarên wekî Xarpet, Meletî, Dîlok, Erzirom, Çewlik bajar û erdnîgariya Kurdistanê ne lê ji ber niştecihên van bajaran bi giran hatine bişaftin an jî demografiya wan hatiye guhertin bi giranî nîşrtecihên van bajaran xwe ji wateya kurd nahesibînin an jî erdnîgariya ku li ser dijîn a Kurdistanê nahesibînin. Lewma ji aliye zihnî ew qas girîng e ku heke ev aliye zihnî nebe neteweyek teşe nagire.

Li vê derê ji bo ku domdariyek pêş bikeve têgihiştin û xwenasîn rista mifteyê dilîze. Gelek caran tê gotin ku netewe, bi saya exlaq, wijdan û agahiyên der barê xwe de weke netewe tên nasîn. Lê di encamê de ev xwe nasîn û têgihîştina neteweyî di warê sîyasî de mafê nasnamê, di politik de mafê xwe bi xwe rêvebirinê, dide avakirin. Heke ev têgîhiştina van mafan pêş nexe ev nakokî ye, pirsgirêkeke grîng a zihnî ye. Li gorî vê yeke têkoşîna nasnameya neteweyekî li ser erdnigariyekî, di çarçoveya avakirina civakeke sîyasî û polîtîk de pêş dikeve. Ev jî bi xwe re hestên hebûnê bi ferdên wî neteweyî dide avakirin, xwe aydê ax, civak û nasnameya neteweyî dibîne. Di heman deme de kesên xwedî kevneşopiyên hevpar, xwedî pêşî û pêşeng, li ser erdnigariya ku lêdijîn , bi heman zimanî axivîn, di warê debar û aboriyê de hevkarî, ji bo berjewendiyên civakê li heman alî cihgirtin û şerkirin, erk û peywira ferdên ew neteweyî ne.

Li gorî van xalên ku nasnameya neteweyekî diyar dike, heke di ferdên ew netewî de yek ji wan kêm be, dê bi xwe re rewşeke çawa derbixe holê û çiqasî bê pejirandin? Bi mînakên hêsan ku em raxin ber çavan; dê kesayetên lunpen derkeve holê. Di kesayetên lumpen de mirov ayidiyet û temsiliyeta netewe û civakî nabîne. Di kesayetên lunpen û bişaftî de nirx, pîvan û rêgezên temsiliyeta netewekî yan bi giştî tune ye, yan jî hebûneke ku tiştekî îfade nake heye.

Gelo kesekî bi zimanê neteweya xwe nizanibe û biaxive û binivîse, çand û wejêya neteweya xwe nizanibe, muzîka neteweya xwe guhdar neke, bala wî/wê ne li ser qewimîn, bûyer û geşedanî bi serê neteweya ku ferdê wê ye ve tê nebe, ax û erdnigariya hevpar neparêze, dîrok, çand, wêje, exlaq û bi giştî nirxên hevpar ên neteweyî neparêz e, mirov çiqas dikare behsa hebûna zihniyet û hişmendiya neteweyî bike? Her wiha ji bo kesên ku hemû erk, pêywir û şertên neteweyî dizanin, têgihîştine lê bi pratiîka xwe naynin cih mirov dikare çi bêje? Li gorî min a herî xeter ev e. Edî ev dibe mijara lêkolîn û vekolîna psikolojik ango derûnî. Lewra ev derûniyeke têkçûyî, teslîmbûyî û mirina zîhnîyeta hestiyar e. Rasterast mirina hestan e. Li gel aqil heke hest tune be ferqa mirov ji sewalan namîne. Her çiqas ji bo mirov jiyanî be hest jî ne kêmî aqil e. Hest hîmê giyan ê malbatî, neteweyî û civakî ye. Yanî exlaq û wijdanê ku bingeha civakbûyînê ye, berhemên hestan in. Li gorî vê mirov dikare bêje kesên hestên wan tune bin; exlaq û wijdana wan jî tune ye. Di heman demê de bêpariya ji hêst û hişmendî, bêpariya ji nirxên mirovî, neteweyî ye. Lewma jî “xwenasîn” û “xwebûn” ji bo mirov ew qas girîng e. Bi teybetî jî ji bo me kurdan ji nan û avê girîngtir e! Îro têkoşina ku tê dayîn, berxwedana heyî encama têgihiştîn, xwenasîn û xwebûnê ye. Her wiha sedema bêdengî, teslîmîyet, bişaftin, îxanet û li gel dijminê gel û neteweya xwe cih girtin jî encama xwenenasînê ye.

*Girtigeha Hejmar 2 ya Amedê