3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşniyara ÎHD’ê ya ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, giştînameya Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş, weke gaveke destpêkê nirxand û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî mayînde were çareserkirin, hewceye rêbazeke ku rêxistinên civaka sivîl jî di nav de cih digirin biceribînin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî giştînameya Wezareta Dadê ya derheqê girtiyên nexweş de li Navenda xwe ya Giştî daxuyanî da. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û da zanîn ku girtiyên nexweş rastî gelek binpêkirinên mafan tên.

Turkdogan, diyar kir ku li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê yên 1’ê kanûna 2022’yan, li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 336 hezar û 315 girtî û hikûmxwar hene û û wiha got: “Ji van girtiyan 5 hezar û 513 kes bi ser temenê 65 salî re ne. Li gorî îstatîstîkên wezaretê, 277 jê girtîgehên cihê, 88 jê girtîgehên vekirî, 4 jê malên perwerdeyê, 10 jê girtîgehên jinan, 8 jê girtîgehên jinan ên vekirî û 9 jî jê girtîgehên zarokan bi giştî 396 girtîgeh hene. Kapasîteya giştî ya tevahiya girtîgehan jî 286 hezar û 797 e. Di vê rewşa heyî de 49 hezar û 518 girtî ser kapasîteya heyî de tên ragirtin.”

Hezar û 517 girtiyên nexweş hene

Bi domdarî Turkdogan diyar kir ku 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hatine tespîtkirin û wiha domand: “Li gorî daneyên komeleya me, di sala 2022’yan de 76 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 35’an jê ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku derbasî girtîgehên bi Tîpa F’ê bibin, di 19’ê kanûna 2000’an de li dijî girtîgehan operasyonek hat lidarxistin, komkujiyek hate kirin û bi vê yekê re Tîpên F’yê hatine vekirin. Li dijî vê gelek grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di dema van grevên birçîbûnê de 122 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê di 1’ê çileya sala 2006’an de bi Giştînameya Hejmar 20 a Wezareta Dadê û li gorî Xala 104’an a Makeqanûnê, rayeya ku cezayê girtiyên nexweş, yên astengdar û temenmezin bikarin kêm bikin an jî ber din hate sererastkirin.”

‘Cihêkariyê dikin’

Turkdogan, destnîşan kir ku bi guherîna di Qanûna Înfazê re krîterên weke “nikare li girtîgehê bi tena serê xwe sexbêra xwe bike” û “ji bo ewlehiya civakê talûke nîne” li krîterên heyî hatine zêdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê re rê li ber hat vekirin ku bêhtir girtî werin bedan. Lê hikûmxarên ku di çarçoveya xala 25’an de ceza lê hatiye birîn diviyabû bi raporên ATK’ê bihatina berdan lê girtiyên nexweş ên ku digotin ‘ji bo ewlehiya civakê xetere ne’ nehatin berdan, her wiha girtiyên nexweşiya wan giran ên ku di çarçoveya TMK’ê de tên darizandin jî rapor jê re nehat nivîsandin û nehatin berdan. Bi guhertina Qanûna Înfazê ya Hejmar 7242’yan ku bi hinceta Covîd-19’ê hate derxistin re berdana girtiyên edlî hate hêsankirin lê berdana girtiyên ji TMK’ê tên darizandin hîn bêhtir zehmet bû.”

‘Geşedan pirsgirêkê mezintir dikin’

Di berdewamê de Turkdogan bi lêv kir ku geşedanên heyî pirsgirêkên girtiyên nexweş çareser nakin û ev tişt anî ziman: “Berevajî vê, pirsgirêkên wan hîn mezintir dikin. Di sala 2022’yan de ji girtiyên ser temenê 80’ê salî yên bi navên Nûsret Mugla, Yûsûf Bekmezcî, Abdo Baran û Vural ji ber nexweşiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Dadê di tebaxa 2022’yan de daxuyaniyek da û da zanîn ku dê di mijara tedawîkirina girtiyan a bi kelemçeyê de hinek sererastkirinên nû çêbikin. Li ser vê yekê ÎHD’ê raporeke berfireh amade kir û ev rapora xwe di 4’ê mijdara 2022’yan de bi raya giştî re parve kir. Di serî de Wezareta Dadê, ev rapora xwe ji komîsyonên TBMM’ê û partiyên siyasî re şand. Wezareta Dadê gava xwe ya ewil avêt. Wezareta Dadê di 2’yê çileya 2023’yan de Giştînameya bi Hejmar 20/1 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan weşand û da zanîn ku ji ber mijarên nexweşiyên domdar, astengdarî û kalbûnê dê ceza bên kêmkirin an jî bidawîkirin û ji bo vê çendek krîter destnîşan kir. Bi vê giştînameyê re êdî bêyî ku daxwaza girtiyan an jî nûnerên qanûnan çêbibe, serdozgerî dikarin raste rast kirariyan bidin destpêkirin. Ev yek pir girîng e û gavekî baş e.”

Ji bo girtiyan ji TMK’ê lêpirsîn!

Bi domdarî Turkdogan bal kişand ser xala 5’an a giştînameyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyê ku derheqê wî/wê de rapor hatiye nivîsandin, dê hêzên ewlekariyê derheqê pîşeya wî, rewşa wî ya şexsî û malbatî de lêkolînan bikin. Ev yek jî dike ku ev pêvajo pir baş bên şopandin. Ji ber ku girtiyên ku di çarçoveya TMK’ê tên ragirtin, gelemperî di rewşên wiha de neyînî jê bandor dibin. Rexneyên me ji bo vî aliyê giştînameyê hene. Di giştînameyê de tê destnîşankirin ku divê ji hêla girtiyan ve jî heman kirarî bên kirin û rewşa heyî weke sedema berdanê bê diyarkirin û daxwaza biryara di vê çarçoveyê de jî li gorî me girîng e. Ji ber ku tevî rewşa domdar a nexweşiyê jî dadgeh ji bo gelek girtiyan biryara domandina rewşa girtî didin. Giştînameya Wezareta Dadê ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş gaveke ewil e lê ji bo pirsgirêk bi awayeke mayînde were çareserkirin, hewceye rêbazeke ku rêxistinên civaka sivîl, baro, odeyên bijîşkan û kes û saziyên cuda jî tev li sererastkirinên qanûnî dibin bê ceribandin.”