6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeheke din greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê, ji ber ku bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafên mirovan didomin, grevên birçîbûnê jî zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonkarahîsarê 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonkarahîsarê  6 girtiyan li dijî serdegirtina qawîşan û hejmartina li ser pêyan, di 3’yê çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat diyarkirin Habîl Emen, Yûsûf Bîrkan, Yûsûf Erkek, Mehmet Emîn Dal, Sîraç Keskîn û Cûmalî Yildirim ketine greva birçîbûnê. Cûmalî Yildirim û Harûn Paçal ji malbatên xwe re qala binpêkirinên mafan kirin.

Malbatan di vîdeoya ku piştî hevdîtinê li ber girtîgehê kişandin de gotin: “Li hundir êşkenceyê li zarokên me dikin. A niha zarokên me di bin xetereyê de ne. Ewlehiya jiyana wan tune. Komên din jî wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Rêveberiya girtîgehê beriya niha soz dabû ku wê daxwazên wan bi cih bîne lê belê daxwaza girtiyan bi cih neaniye.”

Girtîgeha Şakranê

Di 4’ê Çileyê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê de girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a bi dawî û bi dorveger kiribûn.

Girtîgeha Eregliyê

Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliya Konyayê jî li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan bi mehan e greva birçîbûnê didome. Li vê girtîgehê di 4’ê cotmehê de ji bo 10 rojan greva birçîbûnê ya bi demû bi dorveger hatibû destpêkirin. Ev çalakî di 16’ê Mijdarê de veguherandibûn çalakiya bêdawî û bêdorveger.