17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cihê wê ne eywana dawetê ye cîhê wê dibistane’

TJA bi tevlibûna malbata Kandîl Aslan bi rêvberên HDP’ê û gel re li Parka Ataturkê daxuyanî da çapemeniyê

Îro ji bo zaroka bi navê Kandîl Aslana ya 15 salî ku 24 roj berê ji aliye G.Y ve hat revandin li Êlihê li Parka Ataturkê daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî bê xwendin bavê Kandîl Aslan Yûsûf Arslan axivî û nerazîbûna xwe ya ji emniyet qerekol û dozgeriyê re anî ziman.

Bav Yûsûf Aslan got ku: “Me ji roja ku keça me wenda bûye de daxwazname daye dozgeriyê le hîn bersiv nedane me. Ez meraq dikim ev kesên ku keça min revandine ji emniyet û qerekolê bi hêztirin yan emniyet û qerekol jî li pişt wan kesane.”

Li pey axaftina bav Yûsûf Aslan berdevka TJA yê Gulistan Sonûk daxuyaniyê xwend û wiha  got: “Cihe keçeke 15 salî ne eywana dawetê ye, dibistan e, cem dê û bavê wê ye. Her muameleya li dij pêşketina zarok dest dirêjî ye. Em wê zordariya ku mafê zarokatiyê ji zarokan distîne qebûl nakin . Divê kesên ku şirîkê destdirêjiyêne demildest hesap bidin û em teqez qebûl nakin ku rizaya zarokekê ji vê mijarê re hebe.”

Sonuk di dawiya axaftina xwe da bal kişand ser destdirêjiya zayendî û wiha axivî : “Ji bo ku ev jî nebe qurbana dest dirêjiya zilam, em bang li  Rêxistina Civakî yên Sivîl (STK) û saziyên din dikin ku divê demildest bikevin nava tevgerê. Kesên bûne hevkarê vî sûcî divê bi awayekî herî  giran bêcezakirin û ji bo ev pêk were em ê şopdarê vê bûyerê bin.”