3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Macron bang li Israîl û Filistînê kir ku tundiyê rawestînin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li israîlî û filistîniyan kir ku xwe ji tedbîrên ku tundiyê geş dike dûr bixin û banga diyalogê li aliyan kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li israîlî û filistîniyan kir ku “bûyerên tundûtûjiyê gur nekin”, piştî her du êrîşên li Qudsa Rojhilat û kuştina filistînîyek ji hêla hêzên israîlî ve.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fransayê, “Serokkomarê Fransayê di axaftina xwe ya telefonê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, bi bîr xist ku pêwîst e her kes xwe ji tedbîrên ku tundiyê geş dike dûr bixin.”

Qesra Elysee diyar kir ku Macron careke din xwesteka xwe ya ji bo ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera Filistîn û Îsraîlê de nîşan da.

Her wiha Macron ji bo êrîşa li Qudsa Rojhilat a ku tê de 7 kes hatibûn kuştin sersaxî ji gelê Israîlê re xwest û da xuyakirin ku welatê wî  di şerê li dijî terorê de piştgiriya Israîlê dike.

Macron û Netanyahu her wiha bi taybetî pêşdeçûna bernameya nukleerî ya Îranê ku binpêkirineke aşkera ya  peymanên navneteweyî ya sala 2015’an e, gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Elysee , Macron di axaftina xwe bal kişandiye ser alîkariya Îranê ya bi Rûsyayê re jî û wiha gotiye: ” Macron bi bîr tîne ku piştgiriya Îranê ji bo êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê, Îranê dixe ber tecrîd û cezayên giran.”

Ji aliyekî din ve îro li bajarê Xelîl ê şerîaya rojava ciwanekî filistînî bi guleya polîsên Israîlê hate kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ciwanekî filistînî danê sibê li bajarê Xelîl ê li Şerîeya Rojava ji ber guleya polîsên Îsraîlê ji serê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê da zanîn ku ciwanê jiyana xwe ji dest da bi navê Nesîm Ebû Fûda yê 26 salî ye û li nêzî xala kontrolê ya li kêleka Mizgefta Îbrahîmî hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de tevliheviya di navbera Israîl û Filistînê li Qudsê zêde bûye nexasim piştî êrîşî li dijî welatiyên israîlî û kuştina 7 kesan.