17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malakanên Qersê

Nîzamettîn Ozturk

Bajarê Qersê li bakûrê Serhedê cih digire. Bajareke dîrokî, kevnar û gelek jî navdar e. Di nav dîroka xwe de, gelek şaristanî, netewe û ji olan re malovanî kiriye. Di dîroka nêz de, li Qersê Malakan jî heştê sal jiya. Niha ji Malakan tenê çend malbat li der û dora Qersê encax man e. Dixwazim hinek qala civaka Malakanên Qersê bikim.

Ez zarokî ku pênç-şeş salî bûm. Apekî min hêj ciwaniya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo serxaşiyê qelebalixek bi xatir civiyabû ber mala me. Mirinê li ser zarokên hevsaliyên min zêde bandor çênedikir… Min jî nizanibû şîn çi ye, lê dilê min dişewitî, rûyê min tirş bû. Hevalên min ez tev xwe di nav qelebalixê de digerandin. Demsal havîn bû, civat piranî li derve disekinî. Di hêla jor de çend siyar dihatin, hespê wan pir girdik bûn. Bala her kesî dikişand, lê ji me zarokan re bêtir mezin xuya dikirin. Mêvan hatin di nav qelebalixê de peya bûn. Çend kesên ciwan bazdan serê hespên wan girtin û dikişandin cihê rawestinê. Em jî paş wan diçûn. Kesên mezin em qewirandin. Em jî şûnde vegeriyan û wê carê çavên me li mêvanan digeriya. Mêvan ji ber meraqan dorûpeç kiribûn. Em çar zarok bêşerm gihîştin cihê ku mêvan lê rûniştibûn. Bi cil û bergên xwe mirovên cuda bûn. Qilafet û rûyên wan gelekî gur û geş bû…

Mêvan didan nasîn: yê herî mezin Îvan ê zer, birê wî Îvan ê reş û kurê wî Wasîlî bû. Mezinê pesnê wan didan, lê ji bo Malakanan ev pesin kêm dima, jixwe bi tenê nêrîna mezinê me nebû, diyardeke gelemperî bû!

Ji dû vê hatinê çend sal şûnde, Îvan ê zer û kure xwe Wasîlî dîsa siwarî hatin. Êdî min dest bi dibistana seretayî kiribû, hema her tiştî aqile min dibirî. Min dixwest van şexsan nêz bişopînim û guhdar bikim. Dû xwarina êvarê, Îvan ê zer dest bi axaftinê kir. Mijar, çûyîna Malakanan a welatê biyanî bû. Digot “em dostên bav û apê we ne, ew herdu bira, her dem bi awayekê me diparastin. Dostaniya me pêncî sal in bênavber heta îro jî didome. Me, gelek qenciya vê malbatê dîtiye. Lê vê gavê, êdî em hemû Malakan, tev zar û zêçên xwe koçî welatên dûr bikin. Ji ber vê yekê malbatên me dixwazin mal û milkên xwe tev amûr û alavên xwe ji mirovên bi qedr û qîmet re bihêlin. Bi rastî me, dostên mîna we nirxdar nedîtiye. Em loma hatin. Jixwe hûn jî tên û diçin, pergala jiyana me çawa saz bûye, her tiştî dibînin. Aşê me yê reş nîne, yê fenî ye; amûren çandinî, cotkarî û dîsa bane (mandra) me, makîneyên şîr û alavê her cure penêr çêkirinê; avahiyên me nûjen in. Dewarên me, hespên me hemû navdarin.” Îvan ê zer dawiya gotinên xwe, nirxê hemû mal û milkan re nîv parî biha danîbû holê! Ji ber vê erzaniyê, mezinê malbata me qet deng nekirin. Gotin em ê danê sibê bersiv bidin. Lewre vê demê, dapîra bavê min hê jî dijiya û desthilatdar bû. Jê pirsîn, dapîrê bertek nîşan da.

Mêvan danê sibê li ser piyan bûn. Mezinê me, Ji wan re spasî anî ziman û gotin; “Em cih û warên xwe nikarin biterikînin” û teklifa wan bi zimanekî maqûl qebûl nekirin û bi xelatan rewî kirin. Dostên malbata me û hemû Malakan di nav wê salê de koçber bûn. Ji bo wan rêwîtiyek dirêj û zelûliyek nû destpê kiribû!

Malakan kî bûn?

Li gorî çavkaniyan: Mirovên di civaka Malakanan cih girtine, esilê wan Ûrîsê spî ne û ji Belarûsê ne. Dijî tatbîqa Çarê Ûrîs Petroyê Yekem derdikevin. Di vê navberê de di Dêra Ortadoksan re jî ji hêla fikir û raman li hev nakin. Lewre li gorî Dêra Ortadoksan, ji bo parêzê (perhîzê) nav heftê de ancax du roj dikarin şîr vexwin. Lê civaka Malakan a her roj tev zar û zeçên xwe şîr vedixwin ev jî dibe hincet û ji ber vê yekê di nav civakê tên wêderkirin.

Civak jî ji xwe re bawerî û felsefeyek cuda “Molokanîzm”ê diafirîne û bi vê şêwazê jiyaneke nû ava dikin. Lê Çarê Ûrîs, malbat û civakên wisa ji pergalê re pirsgirêk dibîne û wan sirgûnî cihên dûr dike. Dewleta Ûrîs jixwe dewleteke dagirker bû. Di çarçoveya vêkonseptê de; 1826’an herêma Kafkasya ya başûr dagir dike û neteweyên alman, ermenî, rûm û civaka Malakanan sigûnî vê herêmê dike. Piştî pêncî sal şûnde 1877- 1878’an de, navbera Împaratoriya Osmanî û Çarlixa Ûris şer diqewime. Ango şerê “Şerê 93’yan”. Vê demê Ûris, Qers û Erdexan dagir kirin. Ev dagirî çel sal didome. Heman demê de Malakanan sirgûnî hêla Qersê dikin. Li vir heştê sal dimînin, lê hêdî hêdî ji bo leşkeriyê derfetê dîbînin. Di 1962’an de navbera dewletên tekîldar de peyman tê îmzekirin û carek din berê Malakanan didin xurbetê.

Malakan çûn, li pişt xwe cih û warê jiyana mirovahiyê ya ku gelek kişf û îcatên zêrîn hatibûn afirandin, hiştin. Ya herî girîng li ber zilmê serî netewandin.

Du civaka Malakanan de felsefeya serwer; qencîtî, afirînerî, hilberînerî, xwezaparêzî, aştîxwazî û zewaca di nav civaka xwe de pêwîst e. Hêla din ger, di nav civatê de; kuştina mirov, çek/çekdarî, leşkerî, bêbextî, dizî û zina teqez qedexe ye. Em helwesta wan bi hurmet silav dikin.