6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiyên dewleta tirk

Hesen Huseyîn Denîz

Dewleta tirk ji roja damezirandina xwe û vir ve tunekirina hebûna kurdan ji xwe re kiriye bingeha sereke. Di roja salvegera Komkujiya Pirsûsê de li Perexa Zaxoyê ya başûrê Kurdistanê li cihekî wek seyrangeh dihat bikaranîn bi topên hawanan ên ji qereqola tirk hatine avêtin kesên sivîl ên hatibûn seyranê hatine kuştin û birîndar kirin.

Li ser çapemenî û tora medya civakî ya kurdan şîroveyên li ser kesên hatine kuştin tên kirin û ev yek rastiya bûyerê dide çewtkirin. Ji bo bertekên civaka kurd hin kes dibêjin: “Ji ber ku kesên hatine kuştin ereb in, hikûmeta herêmê û derdorên kurdan bûyer şermezar kirin, ger ew ne ereb bûna ev bertek şanî nedidan“.

Divê nirxandina vê komkujiyê ne li ser kes û daxuyaniyan, li ser erdnîgariyê were kirin. Cihê hatiye bombekirin axa Kurdistanê ya herî biewle ye. Ji ber vê yekê ji bo seyranê ta ji Necefê rabûne hatine vê derê. Li wê derê ne hêzên gerîla hene, ne hêzên çekdar hene û ne jî êrîşek an çalakiyek li hemberîî dewleta tirk hatiye kirin. Yên hatine kuştin ji kîjan miletî dibin bila bibin, êrîş li ser axa Kurdistanê û bi armanc hatiye kirin, ya girîng ev e. Gelo ev armancên dewleta tirk dikarin çi bin:

Yek: Dibe ku Wezareta Turizmê ya Tirkiyeyê ji artêşa tirk re gotibe, çi karê turîstên ereb li Kurdistanê heye? Di vê kelkela havînê ya dema turîzmê de, divê turîst tev werin Tirkiyeyê. Da ku dolarên xwe li vir bihêlin û em karibin şerê li hemberîî kurdan fînanse bikin, du sê bombeyan biavêjin wan deran ku turîst neçin Kurdistanê û werin Tirkiyeyê. Ev ne gumaneke dûrî aqilan e. Dewleta tirk ji bo berjewendiya xwe dikare her tiştî bike. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Sererkdarê MÎT’ê bi xwe digot, gava em bixwazin li cîekî aloziyê derxin, em ê du sê topan biavêjin wir û bixin stuyê kurdan û wiha bi kar bînin.

Êrîşî seranserê Kurdistanê dike

Dewleta tirk ji serê salê ve û ji berê ve li Herêma Başûrê Kurdistanê ji Şengalê bigir heta Mexmûrê û bigihêje Hewlêr û Ranyayê bombekirinên teroristî dike, li maşîneyên sivîlan dide, kesan direvîne, dikuje, bi balafir, top, çek, çi ji dest were dikuje û bi piranî digire ser xwe jî, lê vê carê naxwaze bigire ser xwe.

Du: Rojek berî vê komkujiyê li Tahrana Îranê Erdogan Putîn û Reîsî hatin ba hev û li ser qedera kurdan dijmintiya heyî heftbare peyitandin û armancên nû dan pêşiya xwe. Dibe ku yek ji van encaman xerakirina ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê be, ji bo rê li ber destdirêjiya dewleta tirk û dewleta Îranê were vekirin. Tê zanîn ku dewleta Îranê bi riya Haşdî Şahbî destdirêjî li ser başûrê Kurdistanê kir û cihê herî girîng Kerkuk, Tûzxurmatû û hin cihên din ji destên kurdan derxistin. Ev pêngava yekem bû û ne dûr e ku di pêngava duyem de cihên nêzî sînorên Tirkiyeyê yên çiyayî bêewlehî bikin û ji aliyê tirkan û Haşdî Şehbî ve werin dagirkirin. Jixwe dagirkeriyeke wiha bi pêş bikeve, hêza Hikûmeta Herêmê ya pêşî li vê yekê bigire tune ye. Ji ber ku di dema dagirkirina Kerkukê de ev yek hat dîtin.

Sê: Dewleta tirk dixwaze axa Kurdistanê bike çolistan. Her roj agahiyên birîna daran li daristanên Besta ya Şirxanê tên û li hemberî vê kurd bi rastî jî bêbertek in. Di lîteratûra xwezaparêziya cîhanê de birîna darekê û kuştina mirovekî wek hev tê girtin. Kesên li welatên ewropî jiyane vê yekê dizanin û kes newêre çiqilekî dareke şîn jêbike. Lê li Kurdistanê daristan tev ji kokê ve tên birîn, ew erdên bêserûber ên têrdar niha dibin çolter. Aliyekî vê yê talanê heye aliyekî vê yê rûtkirina cih û warên gerîlan heye. Li aliyê din Heskîf li hemberî çavên me tevan wek Samsatê û gelek deverên din di bin avê de hat hiştin. Tirkan bi vê yekê jî xwestin kurdan bê dîrok bihêlin. Ger kurdan li hemberî vê qirkirina daristanên xwe, li hemberî bin-av-kirina dîroka xwe dinya li serê tirkan kiriba tara bêjingê, wan îro nediwêrî li Zaxoyê komkujî bikira. Ew bi vê komkujiyê dixwazin berteka kurdan, ereban û gelên din ên herêmê bipîvin.

Tirkiye dixwaze çeteyan bi cih bike

Tirkiye dibêje; “Ka ez wan bikujim, bê çi bertek tê“. Ger bertek wek heta niha tên wiha lewaz bin û lewaz bidomin, ji tirkan ne dûr e ku sibe, dusibe bajarekî başûrê Kurdistanê bombebaran bike û piştre bi tena serê xwe yan jî bi Haşdî Şahbî re û bi çeteyên bermayiyên DAIŞ‘ê re dagir bikin û ev bajar çima ne Kerkuk be? Jixwe tê zanîn ev demek e tirkan destdirêjiyeke mezin li ser Kerkukê kirine, tirkmenên li wir çekdar dikin, nav wan tije endamên MÎT û JÎTEM‘ê dikin û hebûna gelheya kurdan a li wir her ku diçe kêmtir dikin, di warê aborî û jiyanî de cih li kurdan didin tengkirin ku kurd ji wir birevin û ew der di dest tirkmenan ango tirkan de bimîne. Çeteyên DAIŞ‘ê di bin parastina artêşa tirk de hîn jî li derdora Kerkukê çalak in, Haşdî Şahbî ji xwe li wê derê ye, piştî du-sê bûyerên din ên wek komkujiya li Zaxoyê ji aqilan ne dûr e ku dewleta tirk wê derê bi serê xwe yan bi riya çeteyên xwe bi dest bixe û mixabin, tu planekî ne yê kurdan ne yê hikûmeta herêmê li hemberî vê plana dijminane yê tirkan tune ye.

Çar: Di vê komkujiya li Zaxoyê peyama dewleta tirk ji raya giştî ya cîhanê û hêzên serwer ên li Kurdistanê yên wek Amerîka û Ewropayê re ye jî. Dewleta tirk dixwaze ji Amerîkayê re bibêje, desteka xwe ji kurdan vekişîne, ez li vê derê heme, ez desthilat im û ger tu desteka xwe bidomînî, ez ê bi piştgiriya Rûsya û Îranê eniya li dijî te bidim xurtkirin û herêma di bin ewlehiya te de bidim lewazkirin, da ku cih ji te re jî nemîne. Amerîka di warê siyasetê de ne zarok e û ew ê vê peyama Tirkiyeyê binirxîne û berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re û bi kurdan re bixe çavikên mêzînê û binêre. Ger çavika tirk tê de ne girantir bikeve, wê li hemberî vê bûyerê bêdeng û bêalî bimîne, lê na ku çavikê kurd tê de ne giran bikeve, wê demê wê ji dewleta tirk hesabê vê gava avêtiye bixwaze. Çawa ku di 3‘yê Tîrmeha 2003‘yan de li bajarê Silêmaniyê leşkerên amerîkî çewal xistin serê leşkerên tirk û çong li wan dan erdê û hîn birîna tirkan ji vê kiriyarê heye, vê carê jî, yan wê amerîkî li hemberî êrîşên tirkan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bertekeke tund wek qedexekirina qada hewayî, banga rawestandina operasyonên leşkerî, vekişandina hêza leşkerî û hwd. bikin, an jî wê bi riya bêhelwestmayînê hêza tirkan a li Rojhilata Navîn bidin xurtkirin. Ev yek wê di rojên pêş de zelaltir bibe.

Wek encam, divê em eniya kurd li hemberî vê bûyerê û di kesayeta vê bûyerê de li hemberî hemû êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Kurdistanê û li hemberî hemû destkeftî û hebûna kurdan çi bikin û çawa tev bigerin.

Azadî bi yekitiyê pêkan e

Beriya her tiştî divê em bibin yek û welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Heta axa mirov azad nebe, mirov nikare azad bibe. Riya azadkirina axê yekitiya neteweyî ye. Li dîroka giştiya gelên cîhanê binêrin, bê yekitî kî azad bûye?

Divê kurd zanibin heta desthilatiya dewleta tirk ji ser axa Kurdistanê neyê rakirin, bi wan re jiyaneke hevpar a biratî, dostanî yan bi awayekî din ne mumkun e. Gava tu li ser erdê piştpişkî dirêjkirî bî û potîna dijmin li ser zengelora qirika te be, tu nikarî jê biratî, dostanî, hevparî, hevjiyanî yan rehmetê daxwaz bikî. Riya yekane ya derxistina dewleta tirk a ji Kurdistanê di yekitiya hemû kurdan de derbas dibe.