spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê çarşemeke reş derbas kir

Roja çarşemê 27’ê tîrmehê bi hezaran alîgirên Muqteda El Sedir derbasî herêma kesk a xwedî ewlehiya mezin bûn. Xwepêşandêran li Bexdayê avahiya parlamentoya Iraqê desteserkirin û dirûşên ku aliyên piştgirên Îranê şermezar dike hildan.

Serokê şepêla El Sedir, Muqteda El Sedir li ser hesabê xwe yê mediya dijîtal bang li xwepêşandêran kir û nameyeke wiha belav kir: “Gelî xuşewîstan nameya we giha, we tirs xiste dilê kesên ku gendeliyê dikin, du rekat limêj bikin û vegerin malên xwe.”

Der barê vê xwepêşandanê de hêzên (Çarçoveya kordînasyonî) jî daxuyaniyek da û tê de alîgirê Sedir bi tevliheviyê tewanbar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gottin: “Piştî ku Hêzên Çarçoveya Kordînasyonî gavên pratîk di avakirina hikûmetekê de avêtin û tevan li ser kesyeteke hêja, bikêrhatî û niştimanperwer li hev kir ev xwepêşandana ji bo tevliheviyê û kaosê hate destpêkirin.” Di berdewama daxuyaniyê de hêzên ewlekariya Iraqê jî hatin tewanbar kirin û wiha hat gotin: “Helwesta hêzên ewlekariyê yên ku destwerdana xwepêşandêran nekirin û rê dan xwepêşandêran ku bikevin meclisê jî cihê mixabînî û gumanê ye”

Ji aliyekî din ve daxuyaniyek ji alî nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî jî hate daxuyandin û tê de Kazimî bang li xwepêşandêran kir ku demildest ji parlamentoyê derkevin.

Doh Iraqê rojeke gelekî dijwar derbas kir. Ev roj wekî zingilê hewarê bû ji bo vî welatî ku di nava çirava şeran û nakokiyên siyasî de asê maye. Mirov dikare bêje ku ew roj çarşemeke reş bû ji bo Iraqê û heke nakokiyên di navbera aliyên siyasî de neyên çareserkirin dê hîna Iraqê gelek çarşemên reş bibîne.