3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbadên Nobeta Edaletê azadiya Ocalan xwestin

Nobeda Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, 81 roj in didome. Malbatan azadiya Ocalan xwest.

Nobeda Edaletê ya bi diruşma “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin 81 roj in didome. Çalakiya malbatan li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê berdewam kir.

Amed

Li Amedê, Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 81’emîn de berdewam kir. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin û dayikan jî stran gotin.

Di nobetê de Aklîme Hanas destnîşan kir ku ew 81 roj in di Nobeta Edaletê de ne û wiha got: “Ji birêz Ocalan ev 3 sal in agahî nayê stendin. Ji bo agahî jê were girtin, zarokên me di greva birçîbûnê de ne, em jî di Nobeta Edaletê de ne. Em ji bo demildest aştî û wekhevî were vê civakê, di nobetê de ne. Heya ku birêz Ocalan azad dibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Em bang li dayikên tirk jî dikin. Em ji bo aştiyê rûdinin. Bila demildest aştî û wekhevî were. Em banga aştiyê dikin, destê aştiyê dirêj dikin.”

Nobet, bi berzkirina dirûşmên “Jin,jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatan re (TUAY-DER) di roja 23’yemîn de li avahiya DBP’ê berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr di nava rojê de ji bo piştevaniyê serdan kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Êlihê Mehdî Oztuzun ê li vir axivî, diyar kir ku berxwedana dayikan ji bo rakirina tecrîdê girîng e û banga mezinkirina piştevaniyê kir.

Di serdanan de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya girtiyan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di serdanan de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedanan zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Yek ji beşdarvanên surprîz ê çalakiya nobetê ya îro bû kevoka spî ya ji paceya vekirî kete hundir. Di dema nobeta dayikan berdewam kir de eleqeyeke zêde nîşanî kevoka kete hundir dan. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin berdewam kir.

 Wan

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 81’emîn de berdewam kir. Di nobeta ku gelek malbatên girtiyan tev li bûn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Payîzavayê û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê jî serdana nobetê kirin.

Mêrdîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê didomînin, berdewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê serdana nobetê kir û piştgirî da dayikan. Gelek sazî û kesan jî di nava rojê de serdana nobetê kirin.

Dayikên Aştiyê û çalakvanên nobetê bi hev re klam gotin û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindnan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Amîne Alkiş a li ser navê Dayikên Aştiyê axivî, wiha got: “Em îro ji Botanê hatin serdana Nobeta Edaletê. Em dayikên li Mêrdîn, Amed, Stenbol û hemû Nobetên Edaletê de cih digirin silav dikin. Ev nobet wê berdewam bike. Em Serokê û girtiyên xwe dixwazin. Em jî weke hemû gelên cîhanê mafên xwe dixwazin. Serokê me 25 sal in girtî ye û 3 sal in agahî jê nayên girtin. Ne malbata wî ne jî parêzerên wî nikarin biçin. Mifteya edalet û aştiyê di destê Serokê me de ye.

Nobetvanên Edaletê piştî serdanê Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bi stran û dirûşmeyan oxir kirin.