Di malpera fermî ya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) de hat diyar kirin ku heyeta wan çuye Tirkiyeyê û hin girtîgeh ziyaret kirine. Lê têkildarî serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê agahî derbas nebûn.
Di daxuyaniyê de hat famkirin ku tu serdan li Girtîgeha Îmraliyê nehatiye kirin û dema ku saziyên cezayê yên ku heyet ziyaret kirine hatine nivîsandin, Îmraliyê di lîsteyê de cih negirtiye. Li gorî daxuyaniyê heyetê ev girtîgeh ziyaret kirine: Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Maltepe ya ji bo welatiyên biyanî. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Alîkarê Wezîrê Edaletê Ramazan Can û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim re û rayedarên payebilind ên wezaretên dadê û derve re hevdîtin kirine.
Hat ragihandin ku bi Serokê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê Muharrem Kiliç re, bi navê Serokê Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (NPM), endamên Lijneyên Şopandina Girtîgehên Enqereyê û nûnerên saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê re hevdîtin hatine kirin.