4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Malbata Barzanî êdî asta xiyanetê jî derbas kiriye’

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh têkildarî xiyaneta malbata Barzanî got, "Di dirêjahiya dîrokê de malbata Barzanî her tiştên derehlaqî pêk aniye. Komara Mahabadê, nexweşxaneya Hewlêrê û Efrîn a hatiye dagirkirin mînakên vê rastiyê ne."

Ji dîrokê heta roja me ya îro gelek serhildanên kurdan ji bo doza serxwebûna Kurdistanê pêk hatine. Gelek raperîn bi hevkariya hin aliyên kurd li gel dijmin, hatine çewisandin. Yek jê Komara Mahambadê ya ku 11 meh dirêj kir bû û bi destê Malbata Barzanî ku leşkerên xwe vekşandin, hate çewsandin. Îro jî dîsa Malbata Barzanî li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dijmin re şerê tunebûnê pêk tîne û êrîşê şoreşa Rojava jî dike. Bi girtina deriya sînor a di navbera Başûr û Rojava, bi destekkirina êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengal, Mexmûr û hemû cihên ku kurd lê dijîn asta xiyaneta xwe datîne holê. Têkîldarî helwesta dijber a Malbata Barzanî Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh ji ANF’ê re axivî.

Salih Nûh anî ziman ku, mirov şaş dimîne ka vê rewşê çawan şirove bike û wiha got: “Êdî Malbata Barzanî asta xiyanetê jî derbas kiriye. Wê dîrok jî, van kiryarên derehlaqî lanet bike. Gelek raperîn û avabûna kurdan bi destê xiyanetkarên wisa hatin çewsandin. Mînaka Mahabadê li holê ye. Malbata Barzanî hêza xwe şûnda vekişand û di encamê de komar bi darvekirina rêberên kurdan bi encam bû. Malbata Barzanî her tim ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Li ser îradeya gelê xwe, bazariyê dikin. Ew xiyaneta ku ji Malbata Barzanî destpê kir, vaye gihîştiye Mesûd, Nîçîrvan û Mesrûr. Her yekî ji wan çîroka xiyanetê bi rengekî vedibêje. Lê wê dîrok jî wan lanet bike.”

‘Malbata Barzanî li dijî gelê kurd û îradeya wê ya azad şer dike’

Nûh komkujiya li nexweşxaneya Hewlêrê ya li dijî lêgerînvanên azadiyê ku bi destê Malbata Barzanî pêk hatibû jî bi bîr xist û wiha dewam kir, “Ew komkujî bi destê faşîzmê û malbata Barzanî pêk hat. Xwestin îradeya azad têk bibin. Di dirêjahiya dîrokê de du xet hene yek xiyanet, ya din jî ji bo azadiyê têdikoşin. Ev herdu xet her dem bi hev re rêve çûne. Îro li çiyayên Kurdistanê, gerîla ji bo azadiya Kurdistanê berxwedaneke destanî dide meşandin. Lê rastî êrîşa herî dijwar a dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ku nûnertiya malbata Barzanî dike tên. Ji bo berjewendiya malbata xwe tiştek namîne ku nake.”

Nûh destnîşan kir ku, malbata Barzanî li dijî gelê kurd û îradeya wê ya azadiyê şer dike û wiha domand, “Dixwazin li hemberî şoreşa 19’ê Tîrmehê û berxwedaniya li çiyayên azad derkevin û wan tune bikin. PDK’ê êdî di aliyê xiyanetê de xwe îspat kiriye. Li ber çavê cîhanê vê yekê dikin, diçin Efrînê û xwe li wir bi cih dikin. Navê kurdbûnê bikar tînin û tevlî plana talankirin û guhertina demografîk dibin. Lê ew ji rastiya Kurd û Kurdistanê dûr in.”

Nûh diyar kir ku êdî xwefiroşî û xiyanet bûye rêbaza jiyanê ya Malbata Barzanî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em berdêlên pir giran didin, divê bê zanîn ku, ew ê ti carî bi ser nekevin. Mirovê ku xiyanet li gelê xwe bike, wê dawî ji aliyê dijminê Kurdan ve bê tunekirin.”