18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talankirina qeyûman bêhesab e

Hevşaredarên Farqîn û Stewrê diyar kirin ku desthilata AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze desthilata xwe li ser piyan bihêle û qeyûm ekolojiyê qir dike

Hevşaredarên Farqîn û Stewrê diyar kirin ku desthilata AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze desthilata xwe li ser piyan bihêle û ev tişt gotin: “Polîtîkayên qeyûmê li her derê heman in û nayên  guhertin. Desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên kaosê xwe li ser piyan dihêlin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xistibû. Ji van şaredaran, 6 hevşaredar bi angaştan “Emdamtiya rêxistinê” dest danîn ser mazbatayên wan û mazbata nedan wan. 3 hevşaredar jî ji HDP’ê îstîfa kirin û derbasî AKP’ê bûn. Herî dawî Wezareta Karên Hundir di 19’ê Tebaxa 2019’e qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kir. Pişre qeyûm tayînî 48 şaredariyên din kirin.

Bi tenê li 3 navçeyan şaredarî di destê HDP’ê de man. Hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak û Hevşaredara Stewrê ya Mêrdînê Gulistan Oncu, der barê nelirêtiyên desthilata AKP-MHP’ê yên dizî û tayînkirina qeyûman de ji rojnameya me re axivîn.

Gulistan Oncu, diyar kir ku hemû derfet di destê AKP-MHP’ê de ne, tu xizmetê ji vî welatî re nakin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Qeyûm naxwaze tu kes bi rêxistin bibe. Tenê li ser gelê kurd û têkoşîna jinên kurd disekinin. Kurd li dijî vê desthilatê li ber xwe didin û serî natewînin. Li dijî pergala wan xwe bi rêxistin dikin. Armanca pergalê ya sereke ev e ku gelê kurd û ciwanan tasfiye bikin. Texrîbatên ku kirine nayên jimartin. Armanca wan ne xizmet e. Armanc dikin ku di nav pere û diziyê de bigevizin. Em tu xebatên wan nabînin. Em îro li dinêrin bajarên me hemû ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tên texrîbkirin. Mixabin hemû derfet di destê wan de ne.  Tu karî nakin.”

Armanc tunekirina kurdan e  

Oncu bal kişand ser qirêjiya bajarên di destê qeyûman de û ev tişt anî ziman: “Em li kîjan bajarî dinêrin di nava gemeriyê de dixeniqe. Di heman demê de civak ber bi bêehlaqiyê ve diçe. Sedem jî ev polîtîkayên qeyûmên e. Ev buyerên ku tên kirin  polîtîkayên salan in. Herî zêde li ser xwezaya Kurdistanê disekinin. Dixwazin li gorî xwe teşe bidin erdnîgariya Kurdistanê. Dixwazin Kurdistanê bikin çol. Armanca wan tunekirina kurdan e û vî welatî ji kurdan xalî bikin.”

Polîtîkayên kaosê

Hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak jî destnîşan kir ku pergala AKP’ê bi polîtîkayên kaosê xwe li ser piyan dihêle û wiha got: “Hikûmetê çar sal in qeyûm tayînî vîna gelê kurd kiriye. Ewil qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Ev çar sal in tu xebat ji bo bajarên Kurdistanê nehatiye kirin. Heta niha bi tenê kesên li derdora xwe dewlemend kirine. Hemû tiştên gelê kurd û hebûna wan desteser kirine. Em gelek dişopînin. Roja ku li navçeyên Amedê pirsgirêkên mirovî dernekevin tune ye. Heman tişt li bajarên dinê jî tên jiyîn. Polîtîkayên qeyûmê li her derê heman in û nayên  guhertin. Desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên kaosê xwe li ser piyan dihêlin.”

Qeyûm xesar e

Toprak, da zanîn ku her roj li Kurdistanê bi polîtîkayên desthilatê yên wekî tiryakê, ciwan her roj xwe dikujin û ev tişt anî ziman: “Êdî bi hêsanî êrîşî her derê dikin. Destdirdêjiya erdnîgariya Kurdistanê dikin. Ekolojiyê qir dikin. Dema şaredarî di destê me de bû em li dijî tîryakê disekinîn. Mixabin roja ku ciwan tîryakê bi kar neynin û xwe nekujin tune ye. Di mêjiyê desthilatê de tenê şer heye. Lewre dixwazin ku bi tenê desthilata xwe li ser piyan bihêlin. Hem li Kurdistanê û hem jî Tirkiyeyê qeyrana aboriyê heye. Lê niha ji aliyê aboriyê ve rewşa wan ji ya me xerabtir bûye. Em dikarin bibêjin wan ji me bêhtir ji qeyûmê xesar dîtine. Em dixwazin li dijî pergala qeyûman hemû demokrat bibin yek û vê pergalê hilweşînin.”