18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan dîsa dayik binçav kirin

Dayikên Şemiyê ku “qedexeya” Qeymeqamiya Beyoglûyê nas nakin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan dîsa êrîşî dayikan kirin û destê wan kelemçe kirin û ew binçav kirin

Dayikên Şemiyê ku “qedexeya” Qeymeqamiya Beyoglûyê nas nakin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan dîsa êrîşî dayikan kirin û destê wan kelemçe kirin û ew binçav kirin.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ji Kolana Îstîklalê heta Qada Galatasarayê bi qurnefilan meşiyan. Polîsan dîsa li ser daxwaziya Qeymeqamiya Beyoglûyê “qedexe” hincet nîşan da û çalakî asteng kir. Polîsan li ser Kolana Îstîklalê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayikên Şemiyê meşiyan.  Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê.

Polîsan nehiştin ku rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin û rê li pêş rojnamegeran girtin. Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn astengiyên li pêş çalakiyê “binpêkirina mafan” nîşan daye jî, lê dîsa polîsan êrîşî Mirovên Şemiyê kir. Polîsan destê wan ji pişt wan kelemçe kirin û binçavan kirin û heqaret li Mirovên Şemiyê kirin.

Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bi telefona xwe astengiyê bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan Mirovên Şemiyê li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin û bi lez birin qereqola polîsan. Polîsan herî kêm 21 kes binçav kirin.