5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akay ê 30 sal in girtî ye û nexweş e bernadin

Komîsyonên girtîgehan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Enqere û Stenbolê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan

Girtiyên nexweş bi salan e, tevî raporên nexweşxaneyan jî dîsa nayên berdan.  Xizmên girtiyên nexweş û parazvanên mafên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefte dadikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Komîsyonên Girtîgehan ên ÎHD’ê li Enqere û Stenbolê dîsa kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û xizmên girtiyên nexweş, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 595’an de çalakiya “Rûniştina F” berdewam kirin. Komîsyona Girtîgehan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtî Soydan Akay ê li Girtîgeha Sergirtî ya Marmarayê dimîne. Soydan Akay 30 sal in girtî ye û girtiyekî nexweşê giran e. Endamên komîsyonê di çalakiyê de pankartên “Mafê dermankirinê heq e, nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Soydan Akay serbest berdin” vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên nexweş serbest berdin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin” berz kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meryem Bars daxuyanî xwend. Bars, destnîşan kir ku gelek girtî tevî ku cezayê wan qediya ne û divê bên berdan jî, ji ber raporên Lijneya Çavdêriyê yên girtîgehan, girtî serbest nayên berdan. Bars da zanîn ku ji ber van pêkanînan mafê girtiyan tê xwarin. Bars bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay û wiha got: “Akay 30 sal in girtî ye. Nexweşiyên romatizma, hepatit B, dil, prostat pêre heye. Ji ber nayê dermankirin nexweşiyên wî giran bûne. Tevî van hemû nexweşiyan 5 sal in bi tenê di hucreya yek kesî de tê girtin. Tevî ku înfaza wî ya 30 salan temam bûye jî dîsa nayê berdan. Diviya bû ku Akay di 11’ê tebaxê de bihata berdan, lê dîsa wî bernadin.

Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê Esra Bilen jî anî ziman ku berdana Akay ji ber rapora Lijneya Çavdêriyê 6  meh taloq kirine û got: “Me li Dadgeriya Înfazê ya Silivrî îtîraz kir. Lê Dadgeha Înfazê ev yek red kir. Em ê niha serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bidin û em ê dîsa îtîraz bikin.”

Enqere

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 467’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe berdewam kir û daxuyanî da. Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, HDP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî mef e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê tê ragirtin.

Çevîrmen da zanîn ku Çakir di sala 2018’an de hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê û li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne û qismek van nexweşiyan jî nexweşiyên kronîk in. Çevîrmen diyar kir ku Çakir bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û yek van nexweşiyên giran jî nexweşiya Çolyakê ye û ji bo vê nexweşiyê tu derman lê nehatiye kirin.

Çevîrmen da zanîn ku Çakir ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin û ji ber nexweşiya kovîdê tedawiyek hewcedarî lê nahtiye kirin û nexweşiyên wê yên kronîk bi raporan jî hatiye tespîtkirin û heta sax be dê dermanan bikar bîne. Çevîrmen anî ziman ku piştî tedawiya Çakir a li Amedê wê dîsa birine GirtîgehaWanê û piştî hatiye berdan tedawiya wê hatiye destpêkirin. Çevîrmen got ji ber cezayê Çakir teqez bûye dîsa hatiye girtin û wê birine Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û lê şandeya nexweşxaneyê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ daye Çakir. Çevîrmen destnîşan kir ku Çakir ji ber nexweşînên lê peyda bûne nikare di girtîgehê de bimîne û xwest ku demildest bê berdan.