4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê re hevdîtin kir

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar li Enqereyê serdana Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirki (TBB) Erînç Sagkan kir

Malbata Şenyaşar, di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re hevdîtin kir.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê ji êrişan bi birîndarî xelas bû li Enqereyê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin.

Malbata Şenyaşar di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan re li Navenda Giştî ya TBB’ê hatin cemhev. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Ferît Şenyaşar komkujiya jiyan û têkoşîna edaletê ya 5 salan vegot. Şenyaşar, qala girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî kir. Sagkan jî anî ziman ku têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar dizanin û ew bi xwe jî dê danişînên dozê yên ji niha şunde bişopîne.