spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li Bagokê dest bi operasyonê kir

Walîtiya Mêrdînê li herêma 9 gundên navçeya Nisêbînê Herêmên Ewlehiya Taybet îlan kir. Gundiyan anîn ziman ku leşkeran li herêmê dest bi operasyonê kirine

Walîtiya Mêrdînê li herêmên 9 gundên navçeya Nisêbînê, herêmên ewlehiya taybet îlan kir. Çavkaniyên herêmî  diyar kirin ku li herêma Bagokê jî operasyon hate destpêkirin.

Walîtiya Mêrdînê, li 9 herêmên gundên navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku dikeve qada Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet” îlan kir. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li gundên Xarabalî, Hibab, Badîbbe, Ewşî, Elîn, Arboî, Yol, Şekrin, Derikê di navbera 4’ê tebaxê û 18’ê tebaxê ketin û derketina wan hate qedexekirin.

Gundiyan anîn ziman ku Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya li navçeya Mîdyadê helîkopterên leşkerî ber bi herêma Bagokê ve çûne. Gundiyan dan zanîn ku li herêmên operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.